Çi tevgera li dijî mirovî be, teror e û siyaseta xendeqa şaş e
Daxuyaniya Hevserokê HDPê Demirtaşî ku gotibû, “em PKKê wek rêxistineke terorê nabînin” bûye rojev û mijara gengeşeyan li gel ku hevserokê HDPê gotibû, em çalakiyên li dijî sivîlan şermezar dikin.Parlementerê HDPê yê mersinê Dengir Mehmet Firatî bi Sputnikê re axivî û gotinên Demirtaşî nirxandin. Firatê ku yek ji damezirînerên AKPê bû û demekê zilamê duyem êpartiya navborî bû, teqez kir ku divê mirov hesastir tevbigere gava daxuyaniyan dide û wiha dewam kir:”Li gorî min, divê mirov hesastir tevbigere. Daxuyanî dikare di çarçoveya azadiya derbirînê de bê nirxandin lê rewş li ber çavan e ku her dem nûçeyan şehîdan tên û di vê rewşê de jî eger nasnameyeke siyasî ya mirovî hebe, divê baldartir be. Lê rewşa medyaya tirkan diyar e. Li gel ku hemû çalakiyên tundûtûjiyê tên şermezarkirin jî, di medyayê de cih nagirin. Her daxuyaniya tê kirin, beşê wê yê ku tê texmînkirin ku dê sansasyonê çêke, tê girtin û bi derew û çewtiyan tê mezinkirin. Her tiştê baş li aliyê dimînin û ambargo li ser wan tê danîn. Hûn tiştekî din bibêjin, tê mezinkirin û pirolekirin û dibe manşet”.”PKK Û HIKÛMETÊ HDP KIRIYE ‘TOST'”Firatî diyar dike ku partiya desthilatê piştî 7ê Hezîranê HDP kir armanc, heta ji PKKê bêtir bi ser HDPê de hatin. Parlemnterê HDPê teqez dike ku ji ber van sedeman HDPê hat dehfandin ta ku li derveyî qada siyasetê bimîne û him PKK û him partiya desthilat tawanbar dike û wiha dibêje:”HDP ji herdû aliyan ve wek tostê, tê eciqandin. Di vir de jî pirsyarek tê bîra mirov bê gelo têkilî di navber partiya dethilatû PKKê de heye. Piraniya berteka partiya desthilatê bêtir û bi piranî li dijî HDPê ye. Em hemû êrîşan şermezar dikin. Ji bo her hewldanê, her êrîşî, eger pêwîst dibe, diçin Qendîlê. Bi zelalîtê gotin ku ev tişt ne rast e. Lê armanca rayedarên dewletê ne PKKê ye lê HDPê ye. Wek ku yê ew êrîş kiriye û ew bombe teqandiye, HDPê ye”.”ZÛ DERNEG, ÇARESERÎ DÊ PEYDA BIBE”Herwiha Firat teqez dike ku maseya gotûbêjan hatiye qulipandin lê neçar e ku dîsa bê danîn û wiha dibêje: “Çareserî dê pêk were, teqez dê pêk were lê gelo kî dê hesabê ev şehîdên di vê navberê de tên bide?” Firat axiftina xwe wiha dewam dike: “Xwezî ev kesên leşkeriya bi pereyan dikin an ew kesên ji bijîşkî raporta ‘nikare leşkeriyê bike’ biçûna leşkeriyê. Xwezê zarokên kesên îro birêveber in, biçûna. Wê çaxê çareserî dê zûtir pêk bihata.”EV TIŞTÊ TÊ KIRIN, TEROR E”Parlementerê HDPê teqez dike ku ev tiştên tên kirin, teror in û nerîna xwe diyar dike: “Çi tevgera li dijî mirovî be, teror e. Kuştina mirovekî bêçek, teror e.” Herwiha Firat li dijî xendekan derdikeve û dibêje: “Min her gotiye ku siyaseta xendekan şaş e û divê daxwazên wek xweseriyê li parlementoyê bên gotûbêjkirin. Lê di Tirkiyeya îro de.”Sputnik