Polîtîk

CHPyîyên Nijadperest diçin wargeha xwe ya resen

 
Hate ragîhandin ku hin CHPyîyên ku nijadperest in û bi koka xwe jî devşirme ne, dê herin têkevin partiya Dogo Perincekê ku ji Ermenistanê hatiye, di Kurdistanê re bihurîye û niha jî ku bûye hefad û xweşmêrê Kemalîzmê.

Yek ji wan CHPyîyan jî ku gelek salên dirêj serokatiya CHPê kiriye û ku ew sersûc di karê destavêtinê de ketiye ber qemereya nihênvanên zîrek, Deniz Baykal e ku li Parlemana Tirkiyê bi dengekî qubqube qîr didan û digot ”Ez ebûqatê Ergenekonvanan im.”

Ne tenê Deniz Baykal, lê belê ew jinika Boşnaq a bi navê Birgul Ayman Guler ku demek berê xwe wek dijminê Kurdan ê yekem xistibû ber devê qamerayan û di Medyaya Tirkî hem jî ya kurdî de bûbû qajikê devê xelkê jî pê re likar e.

Di nêv partiya CHPê de siqûmatên ecêb derdikevin holê. Ji ber ku ev partî li ser xwînê, nijadperestî û xwînmijiyê hatiye avakirin.

Piştî xeberdana Birgul Ayman Gulera parlamana bajarê Îzmîrê, di çapemeniya Tirkiyê de nîqaş çêbûn ku dê  parlamanên CHPê yên nîjatperest,  wê ji CHPê cuda bibin û herin têkevin Partîya Karkarên Tirkiyê ku Serokê wê Dogu Perincekê ku niha li ser doza Ergenekonê li girdigeha Silîvriyê rojan dijimêre.

Baykal-Batun-Guler

Berteka ku ev parlemanên niojadperest ên CHPê nîşan didin, yek jê serdana Huseyn Aygun e ku çûbû serxweşiya malbata Sakîne Cansiza ku li Parîsê hatibû kuştin. Ya duyem jî, ji ber ku Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğluyê Kurdê Elewî li hember Sinan Aygun bertekeke xirab nîşan nedaye.

 
Serokê CHPê yê giştî Kılıçdaroğlu çendî ku beşdarî NTVyê bûye û gotiye ku “Tiştek wiha tune” û van teşqeleyên di nava partiya xwe de nikar û haşa kiriye jî, lê belê zikreşî û xezeba di hinavê wan nijadperestan de danakeve normalê.

Li gor ragîhandina medyayê, serokê bere yê CHP Denîz Baykal têkilî bi hin parlamenterên ku nêzî fikr û ramanên Birgul Aymanê ne re daniye û bi van kesan re xeberdaye ku ji CHPê veqetin:

”Birgul Ayman Guler, Emine Ulker Tarhan, Haluk Koç, Prof. Dr. Suheyl Batum, Prof. Dr. Nur Serter, Prof. Dr. Rıza Turmen, Ayşe Nedret Akova, Bihlun Tamayligil, Tanju Ozcan, İsa Gok, Prof. Dr. Mehmet Haberal, Mustafa Balbay, Guldal Mumcu, Ali Rıza Ozturk, Dilek Akagun Yılmaz, Muharrem İnce, Faruk Logoglu, Osman Koruturk, Omer Suha Aldan, Osman Kaptan, Gurkut Acar, Arif Bulut, Yıldıray Sapan û Metin Lutfi Baydar.”

Xuya ye ew partiya ku Mistefa Kemalê Makedonî ku xwe kiribû bapîrê Tirkan û partiyeke nijadperest bi navê CHF piştre jî kirin CHP wê di nêz de bibe çend beş û wê partiyeke nijadperestên resen ji navê derkeve.

De em ê jî bêjin bila Xwedê ya bi xêr bike.

 

Rojava Kurd /A. Behram Badik

Back to top button