CHP:Hêzek biyanî çewe arîkariyê dike?
Li gor malpera Milliyet, parlamenterê CHP yê Izmirê Aytunç Çıray, li ser wê alîkariya madî ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji malbatên qurbaniyên gundê Roboskê hinartîne ku ji bo her malbatekê 40 jezar dolar weke alîkarî şandibûn, parlamenterê CHP yê Izmirê Aytunç Çıray, pirsek pêşkeşî wezîrê derve yê Trikiyeyê kike û dipirse:
– Li gor ku di mediyayê de hatiye gotin, Lezgîn Sindorî nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike, 40 hezar dolar weke alîkarî dayne malbatên qurbaniya. Hêzeke siyasî a biyanî, bêy ku destûra saziyên dewletê werbigire, alîkariyên madî dide hevwelatiyên komara Tirkiyeyê. Gelo ji bo vê yekê zemîneyekî yasayî li Tirkiyeyê heye yan na? Ew ji aliyê qanûnî ve dikare karekî wusa bike? Wezareta derve ya Tirkiyeyê li ser vê meselê dê karekî bike yan na? Eger bike dê çi bike?