CHP li dijê pêwendiyan li gel Kurdistanê ye
Parlementerê CHPê ya bajarê Îzmîrê Aytun Çıray, pirsa “bêbaweriyê“ li dijê wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu radestî parlementoyê kir.
Parlementeraê CHPê Davutoglu tawanbar dike ku, wî li gel desthilatdariya Kurdistana Başûr pêwendî li ser bingehê du dewletn daniye.
Herweha îdia dike ku Davutoglu li ser bingehê pêwendiyên navbera du dewletan li gel Başûr dide û distine. Xanima parlementer vê yekê jî wek naskirina dewleta Kurdistanê li qelem têxe.
Aytun Çıray
Parlementerê CHPê dibeje ku peymana xeta petrolê di nevbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiye de ji aliyê Davutoglu ve hatiye îzmzekirin.
Aytun Çıray dibêje: Eşkere bûye ku ev proje di serokatiya serokwezîr Erdogan û tevlîbûna wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz û wezîrê Derve Ahmet davut oglu tê rêvebirin. Ev li gel destilata Bakurê Iraqê bi awayek nehînî hatiye kirin. Lê medyayê ev eşkere kiriye..
Berdewamiya daxuyaniya xwe de dibeje: Dema ev proje bikeve rojevê de Tirkiye tê parçekirin û li Rojhilata Navîn de bê îstikrariyek mezin peyda dibe.
CHP dibêje heta destûra hukumeta Iraqê ya nawendî nebê, Tirkiye nikare tu peymana li gel hukumeta herêma Kurdistanê îmze bike.