Polîtîk

CHP di parlementoyê de sund dixwe

Roja duşembê bernameya hukumeta nû di parlementoyê de tê xwendin. Wê partiyên siyasî li ser bernama hukumetê dîtinên xwe bêjin û gengeşê bikin. Piştre dê hukumet di parlementoyê de bê erêkirin.

Wek tê zanîn ji bo CHP-ê sund nexwariye û BDP-ê ji parlemento boykot kiriye, ev herdu partî nikarin ne di gengeşeyêkî di parlementoyê de bikin û ne jî dengê xwe ji bo tiştekî bidin.

Piştî serokê parlementoyê hate hilbijartin dest hinek hevdîtin kirin û ji bo pirsgirêka çareser bike, serokê parlementoyê hevdîtinek li gel serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu pêkanî û herweha Cemil Çîçek hevditinek li gel parlementerên BDP-ê Hasip Kaplan û Siri Sakik jî pêkanî.

Li gora di kulîsên siyasî de tê xeberdan , wê roja duşembê CHP di parlementoyê de sund bixwe. Hingê dimîne rewşa BDP-ê gelo dê BDP di helwesta xwe de berdewam be , yan jî dê hêviya roja hevditina Ocaln bin  ka dê Ocalan çi bêje.Li gora daxuyaniyên berpirsên BDP-ê, û Ahmet Turk dide heta pirsa Hatip Dicle neyê çareserkirin ew naçin parlementoyê

Herweha Turk îdiayek mezin jî kir û got, “ Emê parlementoya Kurdistanê damezirînin“ vêca ka gelo dê di derbarê van pirsan de Ocalan çi bêje ew dibe bingeh.Çavê hemiyan li helwesta Ocaln e. gotinên din di rastiye de ne gelek xwedî nirxin.

Back to top button