CHP: Darbeya leşkerî bikin
Serokekê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê bajarê Stenbolê Oguz Kaan Salici li taxa Teqsîmê di pîrozkirina Cejna Komarê de bangê leşkeran kir û got: “Hûn çi rawestiyane! Derbeya leşkerî bikin.”
Di pîrozkirina Cejna Komarî de dema pîrozbahî dihatin domandin û leşker di rêzgirtinê de rawestiyabû, serokekî CHPê yê bajarê Stenbolê Salici, bang li Qumandarê Artişa Yekemîn Orgeneral Yalçın Ataman û amirhêzên pê re kir û bi dengekî bala qîr dan û got: “Binerin ku çi dibe! Çima hûn derbeya leşkerî nakin? Hûm komarê naparêzin, binerin em komarê diparêzin.”
Diyar e ku di şahiyên pîrozkirina Cejna Komarê de bê programa protokolê, partiyên wek CHP, DSP û IP (Partiya Karkeran a Dogo Perincekê ku niha di girtigehê de ye) çûn ku tacgulên xwe deynin ber peykerê Ataturk, lêbelê leceke mezin di navbera wan û polîsan de derket û navendê serobin kirin.
Serokekê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê bajarê Stenbolê Oguz Kaan Salici axaftina xwe weha bi dawî anî: “Ji %30ê artişa me niha di hundir de ye. Dema pisporên leşkerî û amirhêz wek dîl bêtin girtin, artêş nikare kar bike û qabiliyeta xwe ya şer jî wenda dike. Ew aliyên ku komarê diparastin niha tev hatine malandin…”
Rojeva Kurd/Stenbol