Chomsky şerê navekî ji Korona metirsîdartire

Noam Chomsky nûtirîn daxuyaniya xwe ya di derbarê Korona Kovid-19 de dibêje qeyranekî metirsiye lê belê tê çareser kirin. Her wiha dibêje kêşeyeke metirsîdartirê mirovayetiyê heye ji metirsiyê mezintire ku şerê navekî û pîsbuna jîngehêye eger ji dest derkevê bi berevajiya Korona çareseriya wê nîne.
her wiha dibêje ev qeyran şikesta sîstema sosyo ekonomiya sermayedariye ku civakê nehiştiye tenê kar li ser take kesan dike bi serkirdayetiya Trump û derwêşên wî ku li pêşbirkeyê dane mirovayetiyê berev nemanê ve bibin.
Noam Chomsky dibêje: Sîstema Amerîkî hikumetê nehiştiye û biryaran daye destê kompanyayên zordar ku tenê bi qazancê kar dikin, nexwe zûtir hatibûn agahdarkirin ku rudana belavbuna şewbê heye, lê belê hîç hengavek neavêtin. Lê belê ez bawer nakim ji ber vê qeyranê pêgeha Amerika lawaztir bibê.
Her wiha behsa demjimêreke sembolî dike ku zanayên navekî û atomiyan li Amerîka bi navê roja qiyametê danîne ku pêvere ji bo rewşa mirovayetiyê û dibêje piştî ku Trump hatiye demjimêr nêzîktir dibê li nîvê wê jî wate wêranbuna mirovayetiyê. Niha li gor demjimêrê sed çirke maye bibê nîvê şev.