Chomsky: Amerîka û Îsraîl du dewletên ku zagonan binpê dikin in
Noma Chomsky, li Misirê, di konferansa ku li Zanîngeha Qahîrê a Amerîkayê het lidarxistin de axifî. Ramangêrê mixalîf û zimazan Chomsky, di axaftina xwe de diyar kir ku, Amerîka, li welatên ku Bihara Ereban tê jiyandin, dixwaze ke li ev dewletana rêveberiyên ku xizmeta berjewendiyên Amerîkayê dikin, bîne ser kar. Chomsky wiha axfî: “Amerîkayê, li welêtên ku Bihara Ereban hate jiyandin, daxwaziyên rayagiştî baş dîtin. Dixwaze ku li herêmê, desthilatdarên ku bi Amerîkayê ve girêdayîne û li gorî berjewendiyên Amerîkayê tevdigerin bike desthilatdar. Di hedefa Amerîkayê de, avakirina desthilatdariyên wek rejîma Husnu Mibarekê ku li Misri hate hilweşandin heye.”
Noam Chomsky, dibêje Amerîka, zêdetirî li welatên herêmê demokrasî pêşxistinî, berjewendiyên xwe girîng dibîne. Chomsky, “li Gazeyê, di hilbijartinên sala 2006 an de ji sindoqê Hamas derket lê, Amerîka û Îsraîl, encama hilbijartinan qebûl nekirin. Yekitiya Ewrupa jî teşwîk kir ku encama hilbijartinan qebûl nekin. Amerîka û Îsraîl, du dewletên ku zagonên navneteweyî binpê dikin in.”
Ramangêrê navdar Chomsky, balê dikişîne ser xetereya şerê nukleerî û diyar dike ku talukeya sereke a ku cîhanê tehdît dike, taluka şerê nukleerî ye.
Serdana Noam Chomsky a Misirê wê du roja dewam bike.