Çeteyên faşîzan zarokek din revandin!
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê daxûyakirin ku, Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Şehbayê zarokê 15 salî yê bi navê Elî Celal Sîdo ji roja 21ê Nîsana borî ve revandiye û li baregeheke HSDê tevlî xuleke rahênana çekdarî kiriye.
Elî Celal Sîdo sala 2009ê ji dayîk bûye û ji gundê Heyatê yê Efrînê ye.Piştî Efrîn kete destê artêşa Tirkiye û gurubên çekdar de, Sido ligel malbata xwe koçî bajarê Helebê kiribû û piştî erdheja 6ê Sibatê jî, malbata wî koçî herêma Şehbayê bûne.
Sekîne Sîdo diya Elî Celal, bi rêya vîdyoyekê bang li Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed kir ku kurê wê vegerînin nava malbatê.
Herwiha diya Elî bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan kir ku kurê wê vegerînin malê.
Çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger
bi sedê zarokên temen biçûk revandine û di nava HSDê de bi çk kirine rêkirine eniya şer. Malbatên zarokan nikarin tiştekî bikin. Ji aliyek din ve medya Kurdî van bûyeran weke nûçeyekî dide û derbas dike.
Gerek medya Kurdî li gel dam û dezgehên Kurdî yên sivîl, li gel partî û aliyên siyasî bikaribin bi hevre van bûyeran bi tundî şermezar bikin û ji bo vê yekê xwedî helwestek bi tundbin li himber vî mejiyê ku vê yekê dike. Heta ev yek neyê kirin her kes û aliyek li himber vê bûyera hovana li himber mafê zarokan tawanbar e.