Civak
Çeteyên “ Ciwanên Şoreşger “ zarokek 13 salî revandin

Li rojavayê Kurdistanê gundê Siwêdiyê yê Dêrikê, çeteyên çekdarên PKKê ku bi nave “ Ciwanên Şoreşger “ tevdigerin keçek temen 13 salî revandin ji bo tevlî çekdarên PYDê bikin.
Malbata keça 13 salî daxwaza vegerandina keça xwe dikin.
Metika Cîhan Xelîl Ibrahîm, Leyla Ibrahîm dibêje dema ku Cîhan birina birayê wê bi otombêlê daye pey wan: “Lê Ciwanên Şoreşger gule bi ser wî de avêtine û neçar bûye vegere mal.”
Hata zanin ku kurek Leyla Ibrahim di nava refên YPGê de di dema şer dikir jiyana xwe ji dest daye.