Civak
Cenazeyê 5 gerîla şandine Meletiyê
Pevçûna ku di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên HPGê de li Bîtlisê, nêzika gûndê Yedîorenê derketibû da, hat îdiakirin ku 5 gerîla hatine kuştin.
Doh danê êvarê hat îdia kirin ku, li Bîtlisê, navçeya Tetwanê, li gûndê Yedîorenê, li çolê şer di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de qewimiye û di encamê de 5 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Walîtiya Bîtlisê jî daxuyandibû ku 5 gerîla hatine kuştên. Hat ragehandin ku îro 5 cenazeyên gerîla şandina Meletiyê, şandine saziya tiba adlîyê.
Gerîlayên ku jiyana xwe wenda kirine, jê 2 jin 3 jî mêr in.
Cenaze, piştî li ciyê bûyerê qontrolkirina dozger şandine Meletiyê.
Dîsa îdia dikin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.