Cemserê (pole) magnetîsî yê bakurê Zemînê cihê xwe ji Bakurê Emerîka diguhere û bi lez ber bi Sîbîryayê ve diçe, zane dibêjin eger ev yek berdeam bike ew dê di 50 salan bigehe wir.
Guhastina cemserê magnetîsî dê bike ko ronahiya bakur, yan jî aurora, êdî nema li Alaska were dîtin û ew dê bêhtir li Sîbîrya û li Ewropayê were dîtin.
Cemserê magnetîsî û yê jeografî ji hev cuda ne. Cemserê jeografî ew xala li ser rûyê Zemînê ye, û tewereyê (axis) Zemîn di wê ve derbas dibe.
Weke tê zanîn cemserê magnetîsî ji cihê xwe bar dike û hin caran cemserê bakur û başûr cihê xwe bi hev diguherin.
Joseph Stoner, kevnemagnetîszanê (palaeomagnetist) ji Oregon State University li San Fransisko gote civîna Yekîtiya Zemînfîzyayî ya Amêrîkî (the American Geophysical Union (AGU)):
– “Dibe ko ev parçeyek ji heloreke (oscillation) adetî be û di rastiyê de ew bi paş de ber bi Kanada ve divegere”
Cemserên gerhok
Lêkolîneke berê dide xuyakirin ko hêza zirxê magnetisma Zemînê di van 150 salên dawî de ji 10% kêm bûye.
Di lêkolîneke nû de hatiye, ko di wê demê de jî cemserê magnetîsî yê bakur bi dirêjiya 1100 km li dora Arktîsê cihê xwe guhertiye.
Lêkolîner Oregon dibêjin, ko rêjeya liva cemserê magnetîsî di sedsala derbasbûyî de berawerdî çar sedsalên berê, pir zêde bûye.
Lêkolîner Oregon nîşto (sediment) ji binê çend golên Arktîk şîtel kirin (analyse). Zeviya magnetîsî ya Zemînê di nav nîştoyê de tê tomarkirin, zaneyan karîbûn guhertinên di zeviya magnetîsî (magnetic field) bipîvin.
Wan dît ko cemserê magnetîsî yê bakur di van hezar salên dawî de cihê xwe gelekî guherandiye, ew di nav Kanada û Sîbîyayê de çûye û hatiye, lê carcaran ber bi bakur ve jî çûye.
Rêjeya guhertinê
Li gor rêjeya guhertina îro, dibe ko cemserê magnetîsî ji bakurê Kanada here Sîbîyayê.
Eger ev tişt biqewime, ronahiya bakur, yan jî aurora, dê hew li Alaska were dîtin. Dema ko parçekên bargekirî (charged particles) yên ji Rojê dipijiqin û li Zemînê li gazên çîna iyonî ya ezmanî (ionosphere) dikevin, ew dikin ko gaz geş bibin û ronahiyê bidin.
Di sala 1831ê de cemserê magnetîsî yê bakur hate vedîtin (discovered) û dema ko di sala 1904an de peydaker (explorer) ji nû ve çûn da cihê wî nîşan bikin, wan dît ko ew 50 KM ji cihê xwe şemitiye.
Sedên salan e keştîvan dizanin ko cudayî di nav cemserê bakur yê magnetîsî û yê jeografî de heye û ew hîn bûn çawa vê cudayiyê ji hev derxin. Zimankê qubletnemayê berê xwe dide cemserê bakur yê magnetîsî, ne cemserê bakur yê jeografî.
Çavkanî: BBC News
Werger: Zagrosê Haco