Çelakiyên heyeta Kurdistanê li Amerîkayê-5
Di pêncemîn roja serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkreliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengiyê pêk tê, çend civînên giring digel serokê kutleya mezin a kongresa Amerîkayê, endamên kongresê, karbidestên komîteya peywendiyên derve, civata pîran, alîkarê wezîrê derve, cîgirê yekem yê wezareta enerjiyê û berprisên wezaretê pêkanîn.
Şandeya herêma Kurdistanê cuda digel Kris van Holen, Rek Kanter berprisê komariyan li civata pîran û Mayîk Rocerz serokê komîteya îstîxbaratê civiya.
Di wan civînan de, şandeya Kurdistanê behsa rewşa Îraq ya piştî 10 salan ji azadkirina Îraqê, pirosesa siyasiya Îraqê û ew astengî û kelemêm dikevine pêşiya piosesê û kirîza siyasî a Îraq nuha tê de derbas dibe û rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê, kir.
Şandeya herêma Kurdistanê herwesa behsa serhildana gelê Kurdistanê a sala 1991ê kir ku, wê demê xelkê Kurdistanê koçberî welatên cîran bû, lê nuha herêma Kurdistanê bûye herêmeke aram ji bo tev îraqiyan. Vê dawiyê jî piştî bûyerên Suriyeyê nêzîkî 110 hezar kes ji Suriyeyê weke penaber hatine herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê sexbêriya wan penaberan dike.
Şandeya herêma Kurdistanê alîakrî û piştgiriya kongresa Amerîkayê bo pirosesa demokrasiyê û tecrûbeya gelê Kurdistanê bilin nirxana û ji bona vê yekê jî sipasiya rola kongresmanên amerêkayî kir.
Endamêm kongresa Amerîkayê ji aliyê xwe ve behsa têkeliyên bi herêma Kurdistanê re kir û serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bi pêngaveke erênî wesif kir û got ku, ew serdan derfetek baş bû ku haydarî rewş û pêşkeftinên hermê û Îraqê bibin. Kongresmanê ji partiya Demokrat Kirs van Holen got ku, ew şanziyê dike ku, ew dostê gelê kurd e.
Pirsa gaz û neftê mijareke din a civîna şandeya herêma Kurdistanê digel kongresmanên amerîkayî bû. Û di vê çarçoveyê de şandeya herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya di warê gaz û neftê de ber bi semteke rast û dirust diçe û ber bi paşerojeke geş gavan diavêje.
Rek Kanter berpirsê kutleya partiya Komarî li kongresa Amerîkayê bi rêya şandeya herêma Kurdistanê silavên xwe ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê re şandin.
Her li Waşîngtonê, şandeya herêma Kurdistanê digel komîteya peywendiyên derve li civata pîran civiya û di civînê de serokatiya siyasî û hikûmeta Kurdistanê çawa li têkeliyên bi Amerîkayê re dinêre, kirîza siyasiya Îraqê û rêyên derketina ji wê kirîzê, piştgirîkirina demokrasiyê û federaliyê li Îraqê, hilbijartinên Îraqê, pirsa neft û gazê, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin.
Di heman rojê de, şandeya Kurdistanê digel Beys Jonz alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk û Barbara leîf cîgira alîkarê wezîrê derve bo karûbarên Îraqê û çend mezine berpirsên wezareta derve bo karûbarên Rojhilata Navîn û karûberên enerjiyê civiya. Di civînê de pirsa hukimdariyê li Bexdayê û pabendnebûna hikûmeta Bexdayê bi destûra Îraqê, xwepêşandanên herêma Suneyan, pirsa enerjiyê, rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê û têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin.
Şandeya herêma Kurdistanê bi vekirî daxwaz ji berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê kir ku, li hember wan pirsgirêkên li Îraqê hene bi zelalî helwestê xwe diyar bikin û daxwazê ji hemû aliyên îraqî bike ku, bi destûrê pabend bin. Şandeya Kurdistanê daxwaz ji berpisên amerîkayî kir ku, piştgiriya helwestê hikûmeta Kurdistanê bikin ji ber ku ew helwest di çarçoveya destûra Îraqê de ye.
Piştî civîna navbera şandeya herêma Kurdistanê û berpirsên wezareta derve re, wezareta derve ya Amerîkayê li ser serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê daxuyaniyek weşand û ev yekem care wezareta derve ya Amerîkayê bi vî awayî daxuyaniyekê di weşîne û tê de piştgiriya xwe bo tev pirs û mijarên bi şandeya herêma Kurdistanê re behis kirine, diyar dike. Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de piştevaniya xwe bo pirosesa Îraqê û îraqeke demokratîk û federal radigehîne û li hember wê yekê ku, serokê herêma Kurdistanê ji bona danûstandinan şandeyek bo Bexdayê hinartiye kêfxweşiya xwe nîşan dide.
Di berdewamiya serdana xwe ya bo Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê de, şandeya herûma Kurdistanê digel Conasan Êlkend cîgirê yekm yê wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê û karbidestên wezaretê civiya.
Di civînê pirsa enerjiyê, siyaseta herêma Kurdistanê ya diwarê neft û gazê de hat behis kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, ew siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de li ser diçe siyaseteke saxlem e û li gor qanûn û destûra Îraqê ye. Têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên di warê neft û enerjiyê de mijareke din a civînê bû.
Weneyên heyeta Kurdistanê li Amerîkayê: