Celadên Helebce bi serşûrî jinavçûn
Roja 16ê adarê dirêjtirîn roje di nav bîreweriyên me yên neteweyî û niştimanî de, rojeke biqasî yek sedsalê azar û qurbanîdanên miletekî li xwe digire ku, şerxwazî, jênosîda û tirsinaktirîn çekê moderin nikarîbû îradeya wî gelî jinavbibe. Rojeke bi qasî êş û janên xwe hesta şanazî û mezinatiyê bi gelê xwe dibexişe.
Eger heta duh me bi xemgînî gotibe Helebceya şehîd, îro bi şanazî ve em dibêjin wîlayeta Helebce, vê rastiyê zêdetir ji manayeke siyasî, civakî, dîrokî, niştimanî û kulturî heye, ew ji bo xwesteke gelê me ya ji bona avakirina jiyaneke biserbilindî, îmkanên xweragiriyê û man û bişerefmendane birgirîkirin ji hebûna xwe, îşareteke zelal e. Helebce ne bi tenê sembola qurbanîdanên me ye, lê di heman demê de ew sembola îradeya rabûn, man û xweragiriya gelê me ye. Belê, îro em bi şanazî ve dibêjin: desthilata diktatorî û komkujiyê nema û Helebce ma û dê bimîne, celadên Helebce bi serşûrî jinavçûn û Helebceya me bi serbilindî maye.
Kurên dilsozên Helebceya ezîz…Kudistaniyên xweştivî
Biwîlayetkirina Helebce di karnemya hikûmeta herêma Kurdistanê de, her bi tenê biryar û mexsedeke siyaî nîne, lê ew bawerî û îradeyeke sabit e ji bona parêzgarîkirin ji hebun û nasnameya me. Pilana hikûmeta herêma Kurdistanê eve ku, di demek kurt de rastiya biwîlayetbûna Helebce li ser hemû astên xizmetgozarî di warên cuda yên geşkirina êkonomî, şaristanî, civakî û kulturî reng bide, ji bona vê jî em daxwazê ji aliyên siyasî dikin li ser vê pirsê lihev bikin. Tevî hemû astengiyêm êkonomî, pêşxistin û vejandina wîlayeta Helebce bi awayekî ku di sewîyeya nav û cîyê Helebce de be, ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê dibe, her wek çawa zêdetir xizmeta birîndar û qurbaniyên zîndiyên Helebce, ji wan karên giringên hertim cîyê giringîpêdana hikûmetê ye.
Kurdistaniyên xweştivî
Bi minasibeta 27 saliya kîmiyabarana Helebce, em bejan xwe li hemebr şehîdên Helebce û tev şehîd û qurbaniyên gelê me ditewînin. Wefadariya me bo şehîd û qurbaniyên Helebce bi rêya avadankirin, binyatdanan, pêşxistin û zêdetir xizmetkirina Helebce û şêniyên wê dibe.
Silav li wîlayeta Helebce û kurên wê yên dilsoz, şikodar be îradeya man, binyatdanan û pêşkeftinê, her serbilind, avadan û pêşkeftî be Helebceya me û Kurdistana me ya ezîz.
Civata wezîrên herêma Kuridstanê
15.03.2015