Rojnamevanekî kurd ji aliyê çekdar û asayişa PYDê ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin.Rojnemevan Cengîn Eliko hate îşkence kirin. Piştre bi uslubî Besîyan ew nêzikî gundekî avêtin ser rêyekî.Rojnamevanê kurd Cengîn Elîko ku di heman demê de xwendevanê zanîngehê ye û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê ye, li nêzîkî navenda Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê 4 çekdarên PYDê ve ku rûyên wan veşartî bû, hat revandin.Wan çekdaran Cengîn birine nêzîkî gundê Etşanê yê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de û li wir ew daxistine û bi boriyên hesinî li wî dane û piştre ew li nêzîkî wî gundî avêtine. Ew çekdar bi kurdî û erebî diaxivîn.Welatiyekî xelkê deverê Cengîn gihandiye nexweşxaneya Dirbêsiyê û li wir derket ku tiliyeke Cengîn hatiye jêkirin û lingê wî hatiye şikandin û ji çend cihên din ve jî birîndar bûye.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close