Iraqê Cejna Cema ya Kurdên Êzdî bi fermî nas kir. Li gor vê yekê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê di dema cejnê de 8 roj betlaneya fermî hat ragihandin.
Di civîna Encumena Wezîran a Iraqê de biryar hat dayîn ku Cejna Cema ya Kurdên Êzdî wek cejnek fermî bê qebûlkirin û rojên navbera 6-14ê Cotmehê ku her sal cejn tê pîrozkirin, bibe cejnek fermî.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Civata Wezîran çend biryar stendin.
Kurdên Êzdî her sal di navbera 6-13ê Cotmehê de li Perestgeha Laleşê ya ku li gor bawerîya wan pîroz tê dîtin, Cejna Kombûna Mezin a mezintirîn cejna hecê pîroz dikin. Her sal bi hezaran Êzdî ji bajarên din ên Kurdistanê û welatên cûrbecûr ên cîhanê beşdarî cejna hecê dibin.
Êzdîyên ku tirba Şêx Adî ya li Laleşê wek ziyaretek olî û netewî qebûl dikin, dema ku rûyê xwe didin ser gora şêx û sê caran li dora wî dizîvirin, dibin hecî.