CivakRojev

Çavdêrên navnetewî: Di hilbijartinê de wekhevî çênebû

 

Çavdêrên navnetewî yên ku ji bo şopandina hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkîyê bûn, diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de tevî nebûna wekhevîyê jî di navbera namzet û partîyan de hawîrdorek adil û reqabetek adil heye û diyar kirin ku ewê xebatên xwe yên çavdêriyê bidomînin.  

Endamên şandeya hevpar a çavdêrîyê ya Ofîsa Sazîyên Demokratîk û Mafên Mirovan a OSCE (ODIHR), Meclîsa Parlamenteran a OSCE (OSCE PA) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li Enqereyê li ser xebatên çavdêrîyê civîna çapemenîyê li dar xistin.  Çavdêrîya navnetewî ji bo hilbijartinên Tirkîyê bi tevayî 401 çavdêrên ji 40 welatan, 264 pisporên ku ji alîyê ODIHRê ve hatine wezîfedarkirin, 98 ji AP OSCE û 39 ji PACE pêk hat. Li gor heyetê, li gel ku li Tirkîyê “çarçoveya qanûnî ya heyî ji bo pêkanîna demokratîk a hilbijartinan bingehek tam qanûnî nade” jî, hilbijartin baş hatin birêvebirin û di navbera alternatîfên siyasî de hilbijartinek rast da hilbijêran. 

Li alîyê din, di nirxandinên destpêkê yên endamên heyetê de ji bo hilbijartinê ev rexne hatin girtin: “Serokkomarê niha û partîyên desthilatdar ji avantajek ne adil sûd wergirtine. Astengkirina azadîya bingehîn a civîn, rêxistinbûn û derbirînê rê li ber beşdarbûna hin siyasetmedar û partîyên mûxalefetê û her wiha sazîyên sivîl û medyayê di pêvajoya hilbijartinê de girtiye”.

Michael Georg Link, serokê mîsyona çavdêrîyê ya OSCE, diyar kir ku ev hilbijartin bi qasî ku hevrikî bin jî sînordar bûn. Lînk, diyar kir ku desttêwerdanên siyasî yên li ser pêvajoyên hilbijartinê bi erkên navnetewî yên Tirkîyê re li hev nakin. Lînk, diyar kir ku Îtîlafa Gel “kampanyaya neheq” didomîne û da zanîn ku medya namzet û partîyan bi awayekî wekhev nîşanî raya giştî nade û astengîyên li ser rêxistinên sivîl zirarê dide pêvajoyê.

 

 

 

Back to top button