CivakRojev

Çavberdane dengên HDPê !

Li Tirkiye Tifaqa Millet li gel hin partiyên din maseyek hevbeş avakiriye û wek 6 kolî têne naskirin. Lê dixweyê li ser gelek tiştan li hev nekirine û di gelek pirsan de ji hev dûrin. Pirsa berbijêrê serokkomariyê de ne zelalin. CHP dixwaze serokê wan bibe berbijêrê serokkomariyê. Lê Partiya Saadetê pêşniyara serokkomarê berê Abdullah Gul dike.Gelek cara navê şeredarên Enqere û Stanbulê jî wek berbijêrê serokkomariyê derbas dibe.

CHPê çav berdane dengên HDPê, ji bo vê jî hewldide ku rêyek ne vekirî li gel HDPê wek dema hilbijartinên şeredariyan de hevkariyek nehînî pêkbîne.

Lê şirîkê CHP û endamê Tifaqa Millet IYI Partî di vê derbarê de naxwaze HDP hebe û didin xûyakirin ku,ne amadene tu tifaqî li gel HDPê bikin.

Di dema hilbijartinên şeredariya de HDPê ne tenê deng dan berendamên CHPê, deng dan berendamên IYI Partiyê jî. Lê niha her aliyek ji bo dengên xwe biparêzin di nava hewldanên cuda de ne.

Lê ne tenê CHP çavberdane dengên HDPê, AKP jî hewldide dengên HDPê ber bi xwe ve bîne. Dema hilbijartinên şeredariya de HDP û Qendil guh nedan Ocalan. Lê niha di serî de Demirtaş hemûyan deklere kiriye ku, Ocalan divê biryarê bide û ew e xwediyê biryara dawiye. Tê zanîn ku, AKP li gel Îmralî hevdîtina dike. Dixweyê dê AKP planekî de Ocalan bide aliyê xwe û gavekî bavê je.

Back to top button