PolîtîkRojev

Çareserkirina pirsa Kurd ji bo Amerîkayê ne girîng e

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov, ragihand ku çareserîya pirsa Kurd li Sûrîyê ji bo Amerîkayê ne girîng e, Amerîka rê nade ku hevpeymanên wê yên Kurd bi Şamê re danûstandinan bikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov, berî ku li Kazakîstanê ji bo çareserîya krîza Sûrîyê hevdîtinên Astana yên 20 emîn pêk bên, daxuyaniyek da çapemenîyê.

Bogdanov, diyar kir ku hêzên DYA li dijî yekîtîya xaka Sûrîyê destekê didin Rêveberîya Xweser û got: “Bêguman Amerîkî piştgirîyê didin gelek rêxistinên Kurdan ên ku nîvdewletê ava dikin. Ev yek bi temamî nayê qebûlkirin”.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê anî zimên ku ew alîgirê çareserîya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê ne û got: “Lê mixabin ez di wê bawerîyê de me ku Amerîka girîngîyê nade vê yekê û nahêle hevpeymanên wan yên Kurd bi Şamê re diyalogê pêk bînin”.

Bogdanov, di axaftina xwe de diyar kir ku hebûna neqanûnî ya Amerîkayê li herêmên girîng ên neft û aborî yên Sûrîyê bi hinceta têkoşîna li dijî terorê dewam dike.

Back to top button