CîhanPolîtîk

Çareserî:Bila Hewlêr û Bexda bibin du cîranên baş

Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusa Norwêjê ya li Iraq û Urdinê xatûn Cicely Berry û heyeteke pê re kir.Di hevdîtinê de behsa rewş û pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê de hate kirin û heyeta mêwan jî bi minasebeta azad kirina Şingal û serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li dijî terorîstên DIŞIê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge û Serokatiya Kurdistanê kirin û bi girîngî behsa qehremanî û jêhatîbûna Hêzên Pêşmerge kir.Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku hêzên pêşmerge karîne di eniyên şer de derbên dijwar li terorîstan bide û terorîstan paş ve vegerêne û erdnigariyeke gelek berfire ji destê wan bistîne lêbelê bo ji nav birina giştî ya terorîstên DAIŞê pêdiviya xwe bi hevkarî û piştgîriyên zêdetir yên civaka cîhanî bo hêzên pêşmerge heye û lazime civaka cîhanî pêşmerge pirçek bike.zzzzz__2015_11_29_h19m37s59__LBCicely Berry û û Mesruru BarzanîDi berdewamiya civîna han de behsa kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ku jiber wan aloziyên navber pêkhateyên roj bi roj zêdetir dibin, hate kirin û Mesrûr Barzanî di vê derbarê de got: “Pêwîst e bo çareser kirina kêşeyên Iraqê li sedemên rasteqîn yên wan kêşeyan bimizinîn û gelek girînge ku di vê derbarê de civaka cîhanî bijardeyên din bicerbîne û lazime pêkhateyên Iraqê bi danûstan û jihev fêmkirinê kêşeyên heyî çareser bikin û baştirîn çareser jî bo tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ewe ku Hewlêr û Bexda bibin du cîranên baş bo hev û du.”Her di civîna han de behsa kêşeyên abûrî yên li Kurdistanê de hate kirin û hate gotin ku pêwîst e civaka cîhanî bo çareser kirina kêşeyên han hevkariya Kurdistanê bike û li berdem geşe kirina Kurdistanê astengiyan çêneke. 

Back to top button