Çareserî çareserkirina pirsgirêke Kurd de ye.
Çareserî, ne di Rewşa Awerte de ye; çareserî, di bikeyskirina demokrasî û çareserkirina pirsgirêke Kurd de ye.Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Sosoyalîsta Kurdistanê, di civîna xwe ya 23 û 24ê Tîrmehê ku li Wanê pêk anî de, li gel mijarên di rojeva xwe de her wisa hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û pêşfkeftinên van rojên paşîn nirixand û gihîşt van encamên jêr.Di 15ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hewldana derbeyek laşkerî hat beralîkirin. Di vê beralîkirinê de, helwesta medyayê ya li dijî derbeyê, derketina gel ya kolanan û helwesta berxwedêr ya xetên siyasî roleke xwe ya girîng heye.Ew aliyên derbekar ku xwestin dest bidin ser desthilatdariyê, bi tanq û balafiran êrişê ciyên stratejîk kirin. Bi qasî ku avahiya parlamentoyê bombebaran bikin, çavsor bûbûn.Di encama van êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin ku pirraniya wan, kesên sivîl bûn.Ev rewş bi serê xwe nîşana wê yekê ye ku ger van derbekaran bi ser biketan, dê civak bi bobelatek bi çi awayî re rû bi rû bimana.Piştî beralîkirina hewldana derbeyê, rayedarên hikumetê jî, ji gelek aliyan ve dest bi operasyonên binçavkirin, girtin û ji kar dûrxistinê kirin. Piştre jî li seranserê Tirkiyeyê Rewşa Awerte hat îlankirin.Rayedarên hikumetê, rêya beralîkirina xeteriya derbeya leşkerî, di girtin û ji kar dûrxistina endam û alîgirên rêxistina Fethullah de dibînin ku di hemû sazî û dezgehên dewletê de bi cî bûne.Halbûkî çareseriya pirsgirêkê ne di yeko yeko girtin û cezakirina derbekaran de ye û ne jî di ragihandina Rewşa Awerte de ye ku heta nuha çendîn car hatiye cerbandin û çu car çareserî neaniye. Çareseriya mayende, di bi tevahî rakirina zîhniyeta derbeyê de ye ku di nav artêşa Tirkiyeyê de bûye çandeke qewî. Her wisa, berfirekirina sînorên demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd jî, yek ji rêya pêşîlêgiritina vê zîhnîyetê ye.Di rewşa heyî de du rê li pêşberê Tirkiyeyê ne.Yek jê ev e ku Hikumeta AKPê, dikare jibo tesfiyekirin û cezakirina derbekarên 15ê Tîrmehê, destkeftiyên demokartîk yên van 15 salên dawî heba bike û jibo beralîkirina xeteriya derbeyê, Tirkiyeyê bêtir ber bi aloziyên mezintir ve biherikîne. Ya din jî, ew e ku dikare li ser vê zemîna heyî ku hemû alî û çînên civakê, li dijî derbeyê hatine ba hev, zemîna aşîtiya civakî saz bike û pê re jî, dikare ji pirsgirêkên kangrenbûyî yên Tirkiyeyê re çareserî peyda bike.Em, ya duduyan çêtir dibînin.Elbete divê hemû kes û aliyên ku di nav vê hewldana derbeyê de bûn, bên eşkerekirin ûdi çarçoveya hûqûqî de bên darezandin û cezakirin. Lê belê, kevneşopiya derbeya leşkerîya li Tirkiyeyê gelek kevn e. De wisa ku di nav hemû sazî û dezgehên dewletê de hêlînvedaye û tenê bi Fethulliyan re nayê sînorkirin. Ev potansyel, xwedî kûrahiyeke siyasî,çandî û sazûmanî ye.Jibo bi tevahî ji holê rakirina kevneşopiya derbeya leşkerî, pêwistî bi ji nû ve bikeyskirinaartêşê û ji aliyê siyasî û huqûqî ve veguherîna pergalê heye.Ji ber vê yekê ye ku pêwsitî bi sê pêngavên lezgîn heye.Ya yekan; dawîlêanîna zîhnîyeta derbeya leşkerî ya di nav artêş de ye. Jibo wê jî, divêewil ji bernameyên perwerdehî û hîndekariyê yên li dibistanên leşkerî bê destpêkirin.Divê ev bername, li gor pîvanên demokratîk bên bikeyskirin. Divê artêş bi Wezareta Berevaniya Neteweyî ve bê girêdan û ji nakokî û siyaseta navxweyî bê dûrxistin. Rêyek jê ya mehkûmkirina zîhnîyeta derbeya leşkerî jî, di pêvajoya rû bi rûbûna derbeyên berê de derbas dibe.Ya duduyan; ev pardariya ku li ser dijayetiya derbeya leşkerî derketiye holê, her wisa jibo asayîbûna siyasetê û çareserkirina pirsgirêkan ya bi rê û olaxên diyalog û lihevkirinê jî, firsendek girîng derxistiye pêş. Divê ev rageşî û berberiya di siyasetê de, şûna xwe ji hevkarî û lêgerînên aşîtiya civakî re bihêle. Di vê çarçoveyê de divê pêvajoya çêkirina makezagoneka nû ku hatibû rawestandin, ji nû ve bê destpêkirin.Ev makezagon, divê bi beşdariya hemû aliyên civakê, bi şêwazeke demokratîk, pirreng û standardênnavneteweyî bê amadekirin. Bêguman, makezagonekî bi vî awayî dikare bi tevahî zemîna derbeyên leşkerî ji holê rabike.Ya sisêyan jî; jibo dawîlêanîna xeteriya derbeya leşkerî, li gel van pêngavan, pêwsit e pirsgirêka kurd bi şêwazeke adil û wekhev bê çareserkirin. Hatiye piştrastkirin ku polîtîzebûn û midaxeleyên artêşê ya di pirsgirêkên siyasî de, neçareserkirina pirsgirêka kurd pareka xwe ya mezin heye. Çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi şêwazek demokratîk û aşîtiyane, dikare rageşiya di nav civakê de kêmtir bike, dawî li şer û pevçûnên heyî bîne û zemîna aşîtî û aramiyê bihêztir bike. Ne mumkûn e ku kes û aliyên derbexwaz, bikaribin li ser zemîneke bi vî awayî derbe pêk bînin.Jibo vê yekê, divê tavildest şerê li Kurdistanê bê bi dawîkirin.Jibo çerserkirina pirsgirêka kurd, divê pêvajoyeke nû bê destpêkirin.Jibo çereseriya pirsgirêkê, divê serî li piştgiriya hemû aliyên civaka Tirkiyeyê bê dayîn.Jibo çekdanîna PKKê û beşdarbûna wê ya pêvajoya siyasî, divê pêngavên berbiçav bên avêtin.Jibo mafên Gelê Kurd jî di makezagona nû de bên bicîhkirin û mîsogerkirin, divê pêvajoyek diyalogê bê destpêkirin ku partiyên kurd jî di nav de cîh bigrin.Ger ev pêngav bên avêtin, divê bê zanîn ku êdî çu kes nikare hewl bide ku derbeyek leşkerî pêk bîne. Her wisa rê li ber şer û pevçûnan tê girtin û bi vê yekê re, aşîtî û aramî tê Tirkiyeyê jî. Ew çax 15ê Tîrmehê dibe cejna demokrasiyeke rasteqîn.Partiya Sosyalîsta Kurdistan, amade ye ku bi hişmendiyeke berpirs ya 42 salan, ji hemû alî ve piştgiriya pêvajoyeke bi vî awayî bike.23-24 Tîrmeh 2016Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK