Polîtîk

Çandar: Tirsa min heye Tirkiye wekî Iraqê lê bê

Cengîz Çandar nivîseke xwe ya dawî de bi serdêra (Ji bo Mezopotamya dawiya Modela Tirkiye) behsa serdana xwe bajarê Silêmanî û hevdîtina xwe ya li gel Noşîrvan Mistefa dike û vê yekê eşkere dike ku tirsa wî heye ku Tirkiye wekî Iraqê lê bê.  

Çandar li gel Noşîrvan Mistefa wiha axiviye: Modela Tirkiye ji bo ewe bû ku hun me wekî mînak wergirin. Piştî ku peywendiyên me pêşketin, ne hun wekî me, belku em wekî we lê hatin. Em ji demokrasiyê dûr ketin. Em bun wekî we û balkêşbûna me ji bo we nema û êdî em ji mînakiya we derketin. 

Her wiha berdewamiya nivîsa xwe de Çandar wiha nivîsiye: Bi direksiyona Tayyib Erdogan, ez ditirsim ku Tirkiye piştî demekî wekî Iraqê lê bê. Helbet piştî ku min li gel her sê perçeyên Iraqiyan re axaft ev tirsa min gelek zêdetir bû û min vê nêrîna xwe negot Noşîrvan.

 

Back to top button