Polîtîk

Çalişlar: Herî zêde jinên kurd doza heqê xwe dikin

Rojnamevanê navdar Oral Çalişlar ku di rojnameya herî navdar a Tirkiyeyê Radîkalê de dinivîse, li ser jinên kurd nivîsand. Çalişlar, diyar kir ku îro jinên kurd ji hemû jinan zêdetir li heqê xwe digerin û doza hiqûqê dikin.

Rojnamevanê navdar Oral Çalişlar, di quncikê xwe yê îro de li ser jinên kurd nivîsand. Di nivîsa ku bi sernavê “Di tevgera kurd de zimanê jinê” hate weşandin de, Oral Çalişlar wiha dibêje:

“(…) Girtina DTP’ê; binçavkirin û girtinên di demên dawî de yên li ser tevgera siyasî ya kurd, nûnerên siyasî yên kurd hêrs û sil kirin. Pêşî Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, piştre parlamenterên BDP’ê di parlamentoyê de çêr kirin. Çêr tiştekî qebûlkirinê nîn in. Lê kultura me ya siyasî ne biyaniyê van çêran e. Mêr dema ku diaxivin çêrek di nava gotinên xwe de bi cih dikin, ji vê yekê jî kêf digrin. Ji ber vê yekê jî kurd jî be, siyasetmedar jî be weke encam mêr mêr e û çêr dike. Di tevgera siyasî ya kurd de mêr derdikevin pêş, lê rastiyeke din heye ku jinên di nava vê tevgerê de her ku diçin bandora xwe zêde dikin. Di nava komên partiyên siyasî yên parlamentoyê de herî zêde jin di BDP’ê de hene. Ji 21 parlamenterên wan 8 kes jin in. Yanî ev rêje ji sedî 30’î zêdetir e. Her wiha di nava şaredarên wan ên bajêr û navçeyan de jî 14 şaredarên jin hene. Di hemû rêxistinên bajêr û navçeyan ên DTP’ê de, di navenda wê ya giştî de sîstema hevserokiyê hate danîn. Bawer im BDP jî dê heman riyê bişopîne. Hevserokên wan yek jin û yek jî mêr e.”

Oral Çalişlar, di nivîsa xwe de bal kişand ku di nava 25-30 salên dawî de guherîna herî berbiçav di pêşketina jinan de xwe dide der û wiha berdewam dike: “(…) Şer û pevçûnên pêk hatin, herî zêde bi jinên kurd êş da kişandin. Ji xeynî zordariya mêran rastê ‘zordariya baviksalarî ya dewletê’ jî hatin. Lê her zordarî û neçarî di heman demê de bi xwe re serhildanek jî tîne. Jinên kurd ji cih û warên xwe, malên xwe, gundên xwe bûn, zarokên xwe ji dest dan. Malên wan wêran bûn, li kuçeyan man. Ew li hembeRî mirin, tunebûn û êşê hînê berxwedanê bûn. Wan dev ji serîtewandin û bêdengiyê berda, ew bûn jinên sereke.  Êş ew perwerde kirin. Zordariya dewletê jî ya pergala baviksalariyê jî, herî zêde wan dît. Ev rewşa xirab, bi nîşandana însiyatîfa jinan berevajî bû û veguherî rewşeke baş. Îro di civakê de, jinên herî zindî yên ku herî zêde li mafên xwe digerin, doza hiqûqê dikin, jinên kurd in. Herî zêde ew li dijî pergala baviksalariyê derdikevin. Meclisa Jinên BDP’ê di daxuyaniya we de ‘zimanê mêranî yê siyasetê’ rexne kirin. Pîvanên hiqûqa navxweyî ya partiyê bi bîr xistin û ji hemû siyasetmedarên ku çêr kirine xwestin ku ‘lêborîn’ bixwazin.”

Çalişlar, di berdewama nivîsa xwe de da zanîn ku hin derdor dibêjin qey tevgera kurdan di destê axayan de ye û diyar kir ku ev nêrîneke şaş e. Çalişlar, wiha dawî li nivîsa xwe anî: “(…)Nerazîbûna mafdar a jinên BDP’î guherîna di tevgera kurd de jî pir baş radixe pêş çavan. Lewre hin derdor dibêjin qey hêj tevgera kurd di bin desthilatdariya axayan de ye. Hewl didin li ser vê ramanê tespîtên siyasî bikin. Li başûrêrojhilat (behsa bajarên kurdan dike) di nava 25-30 salên dawî de, gelek tişt guherîn. Herî zêde jî jin guherîn. Dema mirov bi herêmên din ên Tirkiyeyê re muqayese bike, digel ewqas xizanî, tunebûn, bêderfetî û neçariyê jinên kurd weke hêmyeke sereke derdikevin pêş. Zimanê jinê ya rast pîvana herî bingehîn a gihiştina demokrasiyê ye.”

 

Dilar  Sewledar

Back to top button