CivakRojev

Çalakvana Kurd Halîde Dundar koça dawî kir

Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger a Demokratîk (DDKAD)û çalakvana siyasî ya Kurd Halîde Dundar, di 61 salîya xwe de koça dawî kir. Halîde Dundar, a ku di sala 1962an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye, piştîku 2 salan êşkence lê hatibû kirin, ji girtîgehê derket.

Ji ber êşa ku di girtîgehê de dîtiye rakirin nexweşxaneya leşkerî û neşter kirin. Halide Dundar ku ji Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûbû, li Stenbolê mamosteya matematîkê bû û bi salan li wir jiya.

Dundar ku her tim li hemberî bûyerên civakî hestiyar bû, wek aktîvîstek siyasî, bi Fatma Kayhan re kovara Roza ya jinan derxist. Paşê dev ji kovara Roza berda û bi ekîba ku di sala 1996an de damezirandiye, dest bi weşana kovarek jinan a bi navê Jujîn kir. Di kovara Jujînê de ku heta sala 2000î jiyana xwe ya weşangerîyê domand, gotarên bi Kurdî ku bi giranî bi zaravayê Kurmancî hatine nivîsandin, hatin weşandin. Halîde

Dundar a 61 salî ji ber nexweşîya dil li nexweşxaneyek jiyana xwe ji dest da.

Back to top button