Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, êrîşa mûşekî ya li ser binkeya leşkerî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, êrîşeke terorî bû û aşkere kir, hemû êrîşker hatine desteserkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtineke ligel ajansa “France24” de ragihand, “Şeva 15ê vê mehê binkeya asmanî ya hêzên Amerîkî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat û tê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn. Guman tê de nîne ku ew êrîşeke teroristî bû û hemû êrîşker hatine desteserkirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir jî, gavên baş di lêkolînên derbarê wê êrîşê de hatine kin û li gor zanyariyên destpêkê, aliyê li piştî wê êrîşê hatiye naskirin, bêyî ku nasnameya wî alî aşkere bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, rêxistina terorîstî ya DAIŞê metirsiyeke berdewam li deverê çêkiriye û got: “DAIŞ mijûlî xwebirêkxistinê ye”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Rêxistina DAIŞê sûdê ji vê valahiya ewlekariyê ya ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dirust bûye dibîne û kariya çekdarên zêdetir tevlî rêxistina xwe bike û heta niha gelek çalakî li dijî hêzên ewlekarî yên Iraqê kirine û di hin rewşan de jî welatiyên sivîl kirine armanc, ji ber vê yekê DAIŞ hîn jî pirsgirêkeke serekî ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir jî, divê civaka navdewletî bi hûrbînî çavdêriya çalakî û pêşketina DAIŞê bike.
Herwiha di wê hevpeyvînê de, Mesrûr Barzanî da zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di ber ketina hêzên Tirkiyê di nava xaka Herêma Kurdistanê de berpirs û got: “Çalakiyên çekdarî yên PKKê sûde nade ti aliyekî.” Herwiha got jî: “Divê çareseriyeke aştiyane ji wê pirsgirêkê re were dîtin.”
Li ser serdana Papayê Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê ku biryar e di hafteya bê de were kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew serdana bi dîrokî bi nav kir û got: “Serdana Papa ne tenê rêzgirtin ji bo Kirîstiyanên navçeyê rê, belkû ji bo pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê ye.”
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwast, serdana Papayê Vatîkanê Papa Fransîs, bibe sedema piştevaniyeke navdewletî ya zêdetir ji koçberên navxwe re.
Hevpeyvîna serokwezîrê herêma Kurdistanê bi zimanê ingilîzi ye :