Bûyerên kuştinê li Slêmnaiyê zêde dibin
Kiryarên kuştin û birîmdarkirinê yên biguman û tarî li bajarê Silêmaniyê berdewam in û bûyera dawî ya kuştinê kuştina cîgirê berpirsê zêrevanên Celal Talebanî serokomarê Îraqê bû ku, duhî serê şefeqê ji aliyê du çekdarên nenaskirî ve di mala wî de kuştin.
Di çend mehên borî de, li sînorê bajarê Silêmaniyê, hijmareke bûyerên kuştin û birîndarkirinê qewimîn û şarezayên warê emnî wan bûyeran bi bûyerên tarî û biguman wesif dikin.
Kuştina kesatiyê civakî Xalîdê Xulesor, kuştina sê hevwelatiyan di dema piropagendeyên hilbijartinan de di meha îlona borî de, birîdarkirina Şasiwar Ebdulwahîd xwediyê
kompaniya Nalî û kanalê NRT TVê û kuştina cîgirê berpirsê zêrevanên Celal Talebanî serokomarê Îraqê û sekreterê yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) zincîreke
bûyerên tarî û şêlûne û hêzên emnî li Silêmaniyê nekariye bikojan destgîr bike û ji raya giştî re sedeman eşkere bike, vê yekê jî xelkê bajêr dilgiran û narehet kiriye.