Li ser bûyerên Kobanê re 6 sal derbas bûn. Sala 2014ê li ser daxwaziya HDPê ji bo Kobanê roja 6-9ê Oktoberê de xelk daketin kolana û xwepêşandan kirin. Di van xwepêşandanan de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek avahiyên hukumetê , nexweşxane û dibistan jî di nav de hatin şewitandin. Di van bûyeran du polisa jî jiyana xwe ji dest da. Wek din 35 kes bi awayekê jiyana xwe ji dest dan. hinek kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û hinek jî ji aliyê xwepêşandanan ve hatin kuştin. Di vê bûyerê de, 435 sivil, 326’polis hatin birîndar kirin. Roja yek a xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê midaxele nekirin û xwepêşandana bê ku astengek hebe çalakiya xwe berdewam kirin.
Roja sêyem hêzên ewlehiyê midaxele kir û piştî sê rojan xwepêşandan sekinin. Di van xwepêşandanan de ji bilî avahiyê hukumetê bi sedan dikan, avahiyên bazirganî, hatin xirab kirin û talan kirin.
Niha Dadgehê ji bo bûyerên Kobanê yên sala 2014ê biryara girtina hinek berpirs û endamên HDPê daye. Aliyên siyasê di vê derbarê de daxûyanî belav kirin û helwesta hukumetê a girtina berpirsên HDPê şermezar kirin.
Di vê derbarê de serokê giştî yê HUDA-PARê İshak Sağlam daxûyaniyek da rojnameya KARAR a Tirkî.Saglam behsa pêvajoya ku ji berî bûyerên Kobanê dike û dibêje: Di vê demê de“pêvajoya çareseriyê“ hebû.Biryar ew bu ku, PKK çekdarên xwe derxê derveyê Tirkiye(bakurê Kurdistanê)lê pêvajo bû pêvajoya ku, dewlet ji PKKê re gelek cih vale kirin.
Saglam dibêje: Çeteyên çekdar li bajaran rewrismêmn çekdarî li dartêxistan,li kolana û li ser rêyên sereke kontrola nasnameyên xelkê dikiran.Her çalakiya dikiran videoyê wan digirtin û medya civakî de belav dikiran.Lê kesekî dengê xwe dernexist. Di wê deme de jî me eşkere kir ku, ev yek ne raste û PKK bi çekan dijî û ji dev çekan bernade.Ji ber ku me baş ev rêxistin nasdikira û me dizaniya ku, dê pêvajoya çareseriyê sabote bikin. Di encam de 6-9ê Oktoberê bûyerek gelek balkêş pêkhat, hovitiyek mezin hate kirin. Ji bo vê yekê gerek bûyerên 6-9ê Oktoberê baş bê xwendin.
Saglam da xûyakirin ku armanca xwepêşandana ne Kobanê bû, eger Kobanê bûya dê berê dabûna Kobanê. Kobanê tenê ji bo wan bahaneyek bû.Lê wan di bûyeran de bi awayekê êrîşê xelkeke bê xalî xerez kirin. Êrîşê oldara kirin.Di despêkê de hinek kevir avêtin avahiyên hukumetê û polisan, lê di bingehê xwe de êrîşê xelkê kirin û ninekan jê rê dan wa.
Saglam di axavtina xwe de dibêje ku, di rastiya xwe de 3 roja kesekî midaxeleyê xweşandana nekirin, bi zanebûn kolan hiştin vale û hêzên ewlehiyê di malde hiştin ku tu midaxeleyê nekin. Bûyer li 35 bajara çêbûn ,lê tenê yên Diyarbekirê hatin girtin. Gerek ewin ku nehiştin hêzên ewlehiyê ji avahiyên xwe derkevin û midaxele nekin jî bêne darizandin û girtin.