Civak

Bûyera rûreş tê şermezar kirin

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Bingolê ji berî 2 salan 4 leşkeran destdirêjahiya jeçek 14 salî kirin.

Di derbarê van 4 leşkeran da lêpirsînê destpêkir û di encam de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Lê wan bi rêya parezerên xwe îtiraz li dadageha bilind kirin û dadgehê biryara azad bûna wan da.

Piştî ku ev biryara dadgehê eşkere bû. Medyayê cihek giring da vê bûyerê û taybetî li ser sosyal medyayê de ev bûyer hate şermezar kirin.

Doh bi sedan kes li derê dadgeha bajarê Bingolê gihan hev û ev bûyer şermezar kirin û daxwaz kirin ku tawanbar bêne cezakirin.

Herweha di sosyal medyayê de kampanyak di vê derbarê de destpêkiriye.

Di vê derbarê de waliyê Bingolê daxuyaniyek da û got: Roja 11.5.2013ê malbata keçika 14 salî giliya hinek kesan kiriye. Ji wê pêde lêpirsînê destpêkiriye. Li gora ku keçika 14 sali dibêje 4 leşkeran navbera sala 2011ê heta 2013ê destdirêjahiya keçikê kirine.  Ev tawanbar ji aliyê dadgehêve hetine girtin. Lê piştre dadgeha bilin ew berdane. Pêvajoya dadê berdewam dike.

 

Back to top button