Bulent Arinç:Ew nav gelekî nêzîkî serketinê ye.
Serokê Berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Arinç derbarê hilbijartinên 2023an de wiha got: “Ez dibînim ku birêz Erdogan di hilbijartina serokomariyê de pir nêzî serkeftinê ye. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku ew ê bi çalakiyên vê dawiyê bikaribe % 51ê denga destve bîne.”
Bulent Arinç ku di van demên dawî de bi axaftinên xwe yên muxalîf balê dikişîne, di hevpeyvîna xwe ya dawî de ji bo hilbijartinên 2023’an gotinên balkêş bi kar anî.
Arinç ji DW Tirkî re axivî û got, “Ez dibînim ku birêz Erdogan gelekî nêzî serketina hilbijartinê ye. Dê ev hilbijartin gelekî bi dijwarî derbas bibe.
Arinç, anî ziman ku welatî bi xizmetên berê ji Serokomar Erdogan hez dikin û wiha got: “Milet ji ber xizmetên berê ji Erdogan hez dike. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku ew ê bi piştgirî yan jî bi çalakiyên ku dike dê % 51ê destve bîne.
Arinç di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand sermaseyê 6 kolî û wiha got: “Helbet yek ji sedemên ku Tayyîp Bey ewqas bi hêz bûye û di nav gel de serokekî xurt xuya dike ev e: Îtîfaqa milet hêja nekariye berbijêrê xwe destnîşan bike. Hêja jî nikarin di sohbetên xwe de behsa mijara berbijêrê xwe bikin. Û heyama wan a dawîn jî.” Hewldana birêz Kiliçdaroglu tenê ji aliyê serokên din ve bi awayekî zelal nayê pişgirîkirin.”