Bû serokkomar lê nekarî bêje ez kurdim
Wezîrê Hukumeta Tirkiye yê Yekitiya Ewropa û berpirsê dayinstanê li gel Yekitiya Ewropa Egemen Bagis, tevlî panela “ Ji aşitioyê re erê“ bû. Panel ji aliyê Oda bazirganî ya Stanbulê platforma Ciwanan ve hatibû organîzekirin.
Egemen Bagiş got: Em ji bo ku hemû hevwelatiyên me bibin hevwelatiyên wekhev kar dikin. Bagiş di axavtina xwe de got: Prosesa çareseriyê prosese ji nû ve hunandina birayetiyê ye.Herweha pêvajoya gihandina armancên 2023ê ye.
Egemen Bagiş
Berdewambûna axvtina xwe de Bagiş behsa serokkomarê berê Turgut Ozal jî kir û got: Serokkomarê Tirkiye yê 8mîn Turgut Ozal Kurd bû.Min cihekî nivîsandinek xwend dibêje “ Raste Ozal bû serokkomar lê nekarî bêje ez kurdim.“
Vê bandorek mezin li min kir.Ji berî niha 20/30 salî serokkomerekî ne dikarî bêje ez kurdim. Lê îro di kanala televizyona dewletê de 24 demjimêran kurdî weşan tê kirin.
Egemen Bagiş li eslê xwe ji Sêrtê ye li Bingolê ji dayik bûye