CîhanRojev

Brîtanyayê komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kir

Hikûmeta Brîtanyayê 1ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de, komkujiya Kurdên Êzidî, wek jenosîd ragihand.

Hukumeta Brîtanya di malpera xwe ya fermî de daxêyaniyek belavkir. Hukumet di daxûyaniya xwe de dibêje: Îro Brîtanyayê bi awayekî fermî qebûl kir ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan kiryarên qirkirinê pêk anîne.”

Pêştir, Hikûmeta Brîtanyayê hovîtiya DAIŞê li dijî Êzîdiyan şermezar kiribû, lê ew şermezarîkirin, negihîştibû asta naskirina van tawanan wek jenosîd.

Wezîrê Dewletê yê Rojhilata Navîn Lord Ehmed got:

Niştecihên êzîdî 9 sal berê gelek êş û azarên mezin ji destên DAIŞê kişandibûn û heta roja me ya îro jî bandora wê heye. Edalet û hesabpirsîn ji bo kesên ku jiyana wan wêran bûye girîng e.

Îro me îtîrafeke dîrokî kir ku li dijî gelê Êzidî qirkirin pêk hatiye. Ev biryar tenê pabendbûna me xurt dike ku em teqez bikin ku ew berdêla ku ji wan re tê dayîn werdigirin û karibin xwe bigihînin dadweriya watedar.

Birîtanya dê berdewam be di lîstina rola serekî de di jinavbirina DAIŞê de, di nav de bi rêya jinûveavakirina civakên ku ji terorîzma wê bandor bûne û pêşengiya hewildanên cîhanî li dijî propagandaya wê ya jehrîn.

Helwesta UK her dem ev bû ku biryarên qirkirinê ji hêla hukûmetan an saziyên ne-dadwerî ve, divê ji hêla dadgehên şareza ve bêne kirin. Ev biryar piştî biryara Dadgeha Federalî ya Almanî di destpêka vê salê de hat dayîn, ku tê de şervanekî berê yê DAIŞê bi kiryarên jenosîd û tawanên dijî mirovatiyê yên li Iraqê hatine encamdan, sûcdar dît.

Back to top button