Gelek welatên cîhanê bi awayeke berfireh amêrên robotan û bi armancên serbazî bikartînin û her li proseyên lêgerîna li pey mîn(mayin) û pûçkirina wan heta digihe firokeyên bêfirokewanên “Dron” ku pêşxistina van firokeyan bi awayeke bi lez berdewame.
Brîtanya yek ji wan welatane pêşketinên pîşesaziya firokeyên bêfirokewane, her wiha mijule artêşeke robotan ya serbazî bi dest ve bîne.
Li gor rojnameya “Metro” ya Brîtanî, Şahnişîna Yekgirtî biryareke zelal heye ku ew jî bidestanîna 30 hezar robotên cengawere.
Rojname balê dikşîne li ser axaftina Nick Carter Serok Erkanê Brîtanya û gotiye: “Em bawerin hejmareke zêdeyê artêşa Brîtanya li dewruberê sala 2030 ji robotan pêkbê û ew amêr dikarin ji nêzîk ve li gel hêzên li hêlên pêşve kar bikin”.