Piştî beşdarîkirinê di merasima destbikarbûna Patiryark Gorgîs yê sêyem Silêwê patiryarkê kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê û vegerandina kenîseya Rojhilat ji Amerîkayê bo Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bersiva pirsên rojnamevanan da.Di bersiva pirsekê li ser giringiya vegerandina kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê ji Amerîkayê bo herêma Kurdistanê piştî 80 salan, Nêçîrvan Barzanî ev roj bi rojeke dîrokî bo herêma Kurdistanê û kenîseya Rojhilat a Aşûriyan û peyrewên wê kenîseyê wesif kir û got ku ev yek jî nîşana aşitî, aramî û pêkvejiyana birayaneya navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî li herêma Kurdistanê ye û bi destpêkek giring dana û got ku ev yek ji bo herêma Kurdistanê şanazî ye.Li dor pirsa rewşa koçber û penaberan, serokwezîrê Kurdistanê got ku, nêzîkî milyonek û heftsedhezar koçber û penaber ber bi herêma Kurdistanê hatine û hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe alîkariya wan kiriye û tevî reweşa xerapa êkonomiya herêma Kurdistanê, hikûmet dê li ser alîkarîkirina koçber û penaberan berdewam be.Di bersiva pirsekê de li dor hinartina nefta Kurdistanê bo derve, Nêçîrvan Barzanî got ku, rêya êkane ji bo hinartina nefta Kurdistanê bo derve bi rêya boriya neftê ya Kurdistan-Tirkiyeyê ye û dema ew borî tê teqandin yan jî li nav Tirkiyeyê tê dizîn, ziyaneke mezin digehe herêma Kurdistanê. Serokwezîr hêvî xwest ew aliyên wan kiryaran li hember boriya nefta guhastina nefta herêma Kurdistanê didin bizanin ku ev boriya neftê şademara jiyana xelkê Kurdistanê ye û dest ji wan kiryarên neşirîn berdin û hevkar bin careke din ew kiryar dubare nebin û ji bona ew borî zêdetir bê parastin hewildan digel Tirkiyeyê berdewam in.Li dor pirsa civîna pêncalî ji bo çareserkirina pirsa serokatiya herêma Kurdistanê, serokwezîr got ku peyama dawiyê ya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li dor vê pirsê gelek zelale û hemû alî lêdixebitin bigihin lihevhatinekê û hêvî kir ku di civîna şeşê meha bê de hemû alî bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya herêma Kurdistanê de be.Li dor reforman jî, serokwezîr got ku her ji destpêka destbikarbûna kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ew lêxebitîne li gor çend pirograman dest bi reforman bikin û wezaret jî yek li pey ya din mijûlî encamdna reforman in û dê pirosesa çaksaziyê berdewam be.Di bersiva pirsa azadkirina bajarê Mûsilê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, azadkirina bajarê Mûsilê ji bo herêma Kurdistanê giringe çunkî vê yekê peywendî bi asayîşa herêma Kurdistanê ve heye, lê heta niha pilaneke cidî ji bo azadkirina bajarê Mûsilê nehatiye danan û her dema pilan amade bû û herêm,a Kurdistanê haydarî wê pilanê bibe, hîngê herêma Kurdistanê biryarê dide kadê pêşmerge beşdariyê bike yan na.Li dor pêşniyara çar aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê (YNK, Goran, Yekgirtu û Komeleya Îsalmî) li ser hilbijartina serokê herêma Kurdistanê ji aliyê parlamento yan ji aliyê gel ve, Nêçîrban Barzanî got ew pêşniyar ecêbin çunkî dibêjin eger serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin divê desthilatên kêm hebin û eger ji aliyê parlamento ve bê hilbijartin divê desthilatên kamil hebin, divê berovajî be, çunkî ew serokê raste-rast ji aliyê gel vet ê hilbijartin divê desthilatên zêdetir hebin ji yê ji aliyê parlamentoyê ve bê hilbijartin, ji ber ku şerîyetê ji gel werdigire. Vê pirsê tu peywendî bi birêz Mesûd Barzanî ve nine her wek di peyama serok ya dawiyê de hatiye eşkere kirin.
Pêş
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Balkêş e ?
Close