CîhanRojev

Bolton: Heta Kurdistan serbixwe nebe, Rojhilata Navîn aram nabe

John Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimaniya Amerîka di dema beşdarîkirina li bernameyeke televizyonî de eşkere kir ku heta Kurdistanê serbixwe nebe, Rojhilata Navîn aram nabe.

John Bolton got: “Çespandina aramiya li navçeya Rojhilata Navîn peywiste bi pejirandina serbixweyî ya Kurdistanê û berê jî çendîn car min tekez li wê yekê kiriye”.

Her wiha Bolton got: “Ez bawerim bi diyarkirî rewşa navçeyê di nava kêşeyan deye wekî mînak biryara vekişana hêzên Amerîka li Sûriye û bi cîh hiştina Kurdan û xistina ber metirsiyan, di demek da ku me pêkve şerê dijî Da’îş kir. Her wiha hewldana vekişana hemû serbazên Amerîka li Iraqê û bi eşkere jî gotiye ku dixwaze ji Afxanîstanê jî vekişê. Ez bawerim ev kar hemû navçeyê xistiye metirsiyê. Ez piştrast nînim ku Biden ji Trump baştir dibê, eve pêwîstî bi kar û hewleke zêde heye ku divê Kurdistan û ew Amerîkiyên ku dilgiranê wê yekê ne ku Kurd careke din bikevê metirsiyê ve. Ji bo piştrast bîn ku keseke hêja bibê Serokê Amerîka û peywendiyên me li gel Kurdistan bi bihêzî bimîne.”

Back to top button