Bogdanov: Rûsya piştevaniyê li daxwazên rewa yên gelê Kurd dike
îgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqiya (Mikhail Bogdanov) ligel şandeke PDKê civiya û ragihand ku Rûsya bi giringî berê xwe dide dîrok û xebata gelê Kurdistanê û piştevaniyê li daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê dike.
Şandek ji ofîsa pêwendiyên derve yên PDKê serdana Rûsya kir bi mebesta beşdariya di konferansa salane ya partiyên siyasî yên Asya ku bi (ICAPP) tê naskirin. Şanda PDKê çendîn hevdîtin pêk anîn û di konferansa ICAPP de beşdar bû, ku 252 partiyên siyasî yên Asya tê de beşdar bûn.
Di wê konferansê de, Berpirsê Ofîsa Pêşwerndiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî gotarek pêşkêş kir û tê de behsa êş û nexweşiyên ku hatine serê gelê Kurdistanê kir, ku herî dawî Kurdistan rastî êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê bû û bi hezaran kes bi destê wan terorîstan şehîd bûn û bi milyonan jî derbider bûn.
Herwiha di gotara xwe de, Hoşyar Sîweylî behsa gefa terorîstan li ser asayişa cîhanî kir û got ku pêwîst e hevahengeke navdewletî hebe û hemû alî pêkve rûbirûyî wê metirsiyê bibin.
Îro Sêşema 30/10/2018an jî, şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsî li Mosko, li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqiya Mikhail Bogdanov civiya û di wê hevdîtinê de Hoşyar Sîweylî spasiya piştgiriya Hikûmeta Rûsya kir ji bo gel û Hikûmeta Kurdistanê, nexasim jî piştgiriya Serokmarê Rûsya Vladîmêr Pûtîn û Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov bo Herêma Kurdistanê.
Herwiha di wê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Kurdistan û Rûsya de hat kirin, ku Rûsya xwedî bandoreke mezin e li ser asta cîhanê û li Rojhilata Navîn di warê siyasî û dîplomatîk û leşkerî de û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bihêz di warê dîplomatîk û aborî de ligel Rûsyayê hene û berdewam hewl dide ku wan pêwendiyan berfirehtir û bihêztir jî bike.
Ji aliyê xwe ve, Mikhail Bogdanov di wê civînê de ragihand ku Rûsya bi giringî berê xwe dide dîrok û xebata gelê Kurdistanê û piştevaniyê li daxwazên wan ên rewa dike. Herwiha pîrozbahî li PDK û Serok Barzanî kir ji ber serkeftina PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê û hêvî xwest ku pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê baştir û bihêztir bibin, ew jî li ser bingeha destûrê Iraqê û bi wê riyê herdû alî nakokiyên xwe çareser bikin.
Bogdanov got ku ew ji bo her alîkariyekê amade ne û Rûsya dibîne ku rola Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê di şerê li dijî terorê pir girîng û bi bandor e.
Di beşeke din a wê hevdîtinê, behsa enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê hat kirin û Sîweylî ragihand ku PDK weke mezintirîn partiya siyasî ya Kurdistanê hemû hevkarî û asankariyekê dike ji bo vekirina deriyên nû ji pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de.