Bo yekrêziyê ti gav nehatine avêtin
Ecûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya giştî bi amadebûna hemî partiyan li bajarê Qamişlo pêkanî û di civînê de yekrêziya aliyên Rojavayê Kurdistanê û guhertina demografî ya li herêmên Kurdî tên kirin, hatin guftûgokirin.
Endamê Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd di derbarê vê civîna ENKSê de ji K24ê re ragihand, di civînê rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û guhertina demografî ya li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çêdibe hatin guftûgokirin.
Herwiha da zanîn, di civînê de jî rewşa ENKSê di Hevahengiya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) de, destpêûxeriya nêzîkatiya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û herwiha mijara lidarxistina kongirê ENKS hatin gengeşekirin.
Ji aliyekî din ve, endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di derbarê gavên yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, heta niha ti gav li ser erdê ji bo yekrêziya aliyên Kurdî nehatine avêtin û tenê dezgehên ragihandinê ew pirs bi pêş ve biriye.
Îsmaîl diyar jî kir, piştî destpêşxeriya Femandarê HSDê Mezlûm Ebdî, wan daxwaza hin xalên pêydakirina baweriyê ji HSDê kirine û ta niha ew xalên peydabûna baweriyê bicih nebûne. ENKS jî ji her tiştê di berjewendiya gelê Kurd de be, bi cidî werdigire û kar li ser dike.