Bizanibim çûyîna Baxdayê encamê bide bê dudilî diçim
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî radighîne ku eger destkeftiyên Kurd tê de hebin tu rêgiriyek ji bo ku ew biçe her cihekî dunyayê tune ye, herweha dibêje: “Eger ez bizanim çûyîna min bo Bexdadê encam dide ez dê bi bê dudilî herim.”
Ev gotina serok Barzanî, bersivdana nameya ku duh birazayê serokomarê Êraqê Mam Celal, Aras Şêx Cengî ku di rojnameya Kurdistana Nû ku arasteyî Barzanî kiriye de hatiye.
Aras Şêx Cengî di hejmara duh ya Kurdistana Nû de ku ziman halê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye nameyek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û di beşekî nameya xwe de dibêje: “Ez pêşniyarekê ji bo cenabê we dikim ku hûn destpêşxeriyekê bo dîrokê bikin, ku carek din kes nebêje ev millet nikare xwe bi xwe rêve bibe.”
Aras Şêx Cengî di nameya xwe de daxwaz ji Barzanî kiribû ku biçe Bexdadê û gotibû: “Bawer bikin dizanim cenabê we bi vê destpêşxeriyê mezintir dibin ew jî ewe ye ku cenabê we weku Serokê Herêmê yekser û bi bê tu helwestek berve Bexdadê biçin û li wir rûnin û rabighînin taku çareserkirina kêşeyan venegerin Hewlêrê.”
Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hejmara îro pêcşeme 28/3/2013`an ya Kurdistana Nû de di bersivdana nameya Aras Şêx Cengî de dibêje: “Tu astengiyek nîne ku ez biçim her şûnekî dunyayê eger qazanca gelê Kurdistanê tê de hebe. ”
Serok Barzanî dibêje: “Eger ez bizanim çûyîna min bo Bexdadê encama wê dê hebe bi bê dudilî diçim, lê belê hûn hemû dizanin çendîn car ez çûm û çendîn car soz dan û em li ser gelek tiştan rêkeftin, ku di berjewendiya Kurdistanê û proseya siyasî ya Êraqê de bû, lê belê rêz li îmzeya xwe negirtin û pişta xwe dan wan sozan.”
Serokê Herêma Kurdistanê pirsyara wê yekê jî kir û got: “Çi gerantî heye ku ez biçim Bexdadê ku kêşeyên heyî bêne çareser kirin.?”