Polîtîk

Biryarên piştî 16ê Cotmehê hatin hilweşandin

Dadgeha Bilind a Federal li Iraqê biryarên parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî yên piştî bûyerên 16ê Cotmehê derxistin betal kirin.

Li ser daxwaza Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Dadgeha Bilind a Federal biryarên Rakan Cibûrî yên di heyama sala dawiyê de bo destbisergirtina milk û malên Kurdan de hilweşandin.

Di biryara Dadgeha Bilind a Federal de hate diyarkirin ku pirsgirêka milk û malên li Kerkûkê dê di çarçoveya madeya 140î de bê çareserkirin û heta pirsgirêk neyên çareserkirin rêkeftinên di heyama rejîma Beîsê de nayên nûkirin.

Derbarê vê biryarê de Endamê Encûmena Rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê Dîlan Xefûr ji Rûdawê re wiha got: “Ji bo madeya 140 a rêziknameyê biryar gihîşte Dadgeha Kerkûkê. Di nava biryaran de derbarê erdên çandiniyê de biryareke girîng cih girtiye. Ev biryar ji bo zeviyên Kurdan di destê wan de bimîne gaveke girîng e.”

Pekhateyên Tirkmen ên ku herêmên wan hatine erebkirin jî di wê baweriyê de ne ku ji bo asayîkirina bajêr divê madeya 140 bê bicihkirin, lê ji bo wê yekê mercên wan hene.

Berdevkê Eniya Tirkmen a Iraqê Mihemed Seman jî dibêje ew ne li dijî madeya 140 ne.

Mihemed Seman anî ziman ku bila pekhateyên Kerkûkê piştrasbin ku Eniya Tirkmen a Iraqê dixwaze madeya 140 bê bicihkirin, lê divê beriya wê hinek bergirî bê standin û wek karê yekem jî serjimêrî pêk bê.

Erebên ji sala 2005ê ve li dijî madeyên 58 û 140 niha dixwazin ev madeyên navborî bikevin rewacê.

Serokê Lijneya Eşîrên Ereb Ebdulkerîm Azavî jî got: “Sepandina madeya 140 û asayîkirina rewşa Kerkûkê di berjewendiya hemû pekhateyan de ye. Madeya 140 ji madeyeke destûra bingehîn e, û ji bo bikeve rewacê jî pêwîstî bi wê yekê heye ku rayedar dest bi guftûgoyan bike.”

Rakan Cibûrî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an 14 biryarên cuda derxist ku biryara di heya Sedema de ya di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de milyonek û 300 hezar donim erdên Kurdan bide malbatên Ereb, ji nû ve zindî bike.

Rûdaw

Back to top button