Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara dadgeha Almanya kir bo mehkûmkirina terorîstekî DAIŞê di kuştin û cînosaydkirina kurdên êzîdî de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara dadgeha Almanya, ku terorîstekî DAIŞê bi kuştin û cînosaydkirina kurdên êzîdî mehkûm kiribû, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser twîtterê hatiye belavkirin, gotiye:
Dadgehîkirin û sizadana terorîstekî DAIŞê bi tohmeta cînosaydkirina êzîdiyan, li Almanya pêngaveka girîng e û em pêşwazî lê dikin û em piştevaniya her pêngaveka wiha dikin. Em hêvîdar in ev biryar bibe sebeba wê yekê ku dadperwerî zêdetir bicîh were bo qurbaniyên êzîdî û hemû qurbaniyên terorê.