Polîtîk

Biryar û Beşdarvanên Civînê ev bûn

Li roja dûşem 22.07.2013 de li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û bi amadebûna 39 aliyên siyasiyê her çar perçeyên Kurdistanê li ser daxwaz û bi serpereştiya cenabê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, civînek ji bo behskirina hengavên sazkirina Kongreya Neteweyiya Kurd û danîna lîjneya amadekar hate encamdan.

Di destpêka civînê de cenabê Serok Barzanî bi navê xwe û rêzdar Mam Celal û Abdullah Ocalan bi xêrhatina hemû aliyan kir û balkişand li ser komek xalên stratejiya serekiya sazkirin û serxistina karên kongreyê kir. Hemû aliyên beşdarvanên civînê dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê wê yekê ku pêwîste gelê Kurdistanê bibê xwedî gotar û stratejiyeke yekgirtî li ser bingeha gihandina peyama aştî û pêkvejiyan û karkirina ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî û aştî û adîlaneya kêşeya Kurd û pêkanîna mafên wê yên rewa xistin rû.

Civînê de tekez li ser li ber girtina zimanê diyalog û aştî û peyrewkirina demokrasiyê û rêzgirtina îradeya gelê Kurdistanê li hemû perçeyên da li ber çavgirtina taybetmendiyên wan kirin. Her wiha tekez li ser wê yekê kirin ku ji bo serxistina kongreyê kar bê kirin ku dûrî li hemû cûre helwest û îdeolojiyekî hîzbiyên teng be.

Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku kar ji bo wê yekê bê kirin ku biryar û raspardeyên kongreyê bi awayeke kirdarî bê û li xizmeta serxistina kongre û berev pêşbirina doza gelê Kurd bê û ji bo berev pêşbirina mafên mirov bi giştî û azadiyan û mafên jinan bi taybetî li bi navê berqerarkirina civakeke demokrasî de hengavan bavêje.

Hemû alî li ser karkirina serxistina kongreyê û danîna nexşerêyek û karê lojîstîkî yê pêwîst ji bo gihandina peyam û armancên kongre û danîna mekanîzmekî guncaw ji bo bi cîhkirin û duvdaçûna biryar û raspardeyên kongreyê bi hevrebûn. Amadevanan tekez li ser beşdariya bi bandora jinan û xort û lawan û nûnerên rêxistinên civaka medenî kirin û bi girîngiyê dane li ser pêkvejiyana hemû neteweyên Kurdistanê.

Civînê de balkişandin li ser girîngiya bi hêzkirina pêwendiyên partiyên siyasiyên Kurdistanê yên li hemû perçeyên Kurdistanê kirin û ji bo gihîştina bi mafê rewayên Kurd tekez li ser karê hevbeşiya aliyê siyasiyên rojavayê Kurdistanê kirin. 

Di dawiya civînê de biryarê dan lîjneyekî amadekarî ji 21 endam ku nûnerê hemû aliyên Kurdistanê bin pêkbê, bo ku li zûtirîn demî de, kongreyê saz bikin. 

 

Navê aliyê beşdarvanên civînê:

 

1- Partiya Demokrata Kurdistanê

2- Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê

3- Partiya Karkerên Kurdistanê

4- Kongreya Civata Demokrat DTK

5- Partiya Demokrata Kurdistana Îranê

6- Partiya Aştî û Demokratî BDP

7- Encûmena Niştîmaniya Kurd li Suriye

8- Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê

9-  Partiya Demokrata Kurdistanê

10- KNK

11- Partiya Jiyaneweya Azadiya Kurdistanê

12- Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

13- Komela Îslamiya Kurdistanê

14- Tevgera Goran

15- Partiya Şu’î(Komunist)a Kurdistanê

16- Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

17- Tevgera Îslamiya Kurdistanê

18- Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê

19- Komela Mafê Mirov li Bakûr

20- Partiya Azadiya Kurdistanê

21- Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSK

22- Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par

23- KESK

24- Partiya Serbixweya Kurdistanê

25- Tevgera Demokrata Jinên Kurdistanê

26- Komeleya Şoreşgerê Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

27- Komeleya Kominîsta Îranê

28- Grûpa Diyaloga Dîcle û Firat

29- Partiya Azadî û Sosyalîzm

30- Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

31- Sazimana Xebata Kurdistana Îranê

32- MEYA-DER

33- Tevgera Îslamiya Gel

34- Partiya Demokrata Beşdar KADEP

35- DDKD

36- Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê

37- Partiya Ayîndeya Kurdistanê

38- Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê

39- Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakûr

 

 

Back to top button