Polîtîk

Bîreke mezin ya neftê li Şêx Adî hat dîtin

Bîreke din ya mezin ya neftê ku nêzîkî 1.9 milyar bermîlên neftê tê de ne, ji aliyê kompaniyaya Gulf Keystone ya brîtanî li devera Şêx Adî li bajarokê Şêxanê li herêma Kurdistanê hat dîtin.

Li gor rojnameya brîtanê The Telegraph, komapnaiya Gulf Keystone li devera Şêx Adî li bajarokê Şêxanê bîreke mezin a nefêtê dîtiye û “ Piştî Gulf Keystone îlan kirî ku wan bîreke neftê li herêma Kurdistana Îraqê dîtiye, buhayê aktsiyên, hisa  wê şîrketê ji %25  bilind bûn.

Di meha nîsna îsal de her heman şîrketa patrolê , Gulf Keystone,  bîreke mezin a neftê li Şêxanê dît bû ku 4.9 heta 10.8milyar bermîl neftê tê de ye.
John Garstnlh berpirsê kargêrî yê kompaniyê li dor dîtina bîra neftê li Şêx Adî dibêje:  “Dîtina bîra Şêx Adî ji bo kompaniyay Gulf Keystone  gelek girînge, ji ber ku  ji sedî 80 ji qezenca wê bîra neftê dê ji kompaniyê re be.”

Back to top button