Civak

Birayê waliyê Duhokê hat kuştin

Di şerekê navbera du gundên ser bi wîlayeta Duhokê de sê kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîdanr bûn, û yek ji kuştiyan birayê waliyê Duhokê ye.

Îro piştî nîvro di navbera gundê Sîdkê (gundê waliyê Duhokê) û gundê Gulanê nêzîkî bajarê Duhokê,  li ser pirseke civakî şer çêbû û di encam de sê kes ku, yek ji wan birayê waliyê Duhokê ye bi navê Daud Remezan, hatine kuştin û çend kesê jî birîndar bûn.

Rêvebirê polilsê Duhokê Tariq Ehmed di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê ev nûçe piştras kir û got ku, li ser sedemên qewimîna bûyerê lêkolînê dest pê kiriye.

Back to top button