Birayê Serokê şeredarê Pîran ê berê hate kuştin
Birayê Abdussamed Bîlgîn ê di sala 2014’an de li navçeya Dîcle ya Amedê ji HDP’ê wek şeredarê navçeyê hatibû hilbijartin, Mahmut Bîlgîn di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku li dijî birayê Şaredarê berê yê navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdûsamed Bîlgîn, Mahmut Bîlgîn êrîşa çekdarî hatiye kirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Mahmut Bîlgîn (40) dema ku qamyoneta xwe diajot li bejahiya Taxa gundê xwe ya navçeya Pîranê rastî êrîşa kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar hat. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bîlgînê ku bi giranî birîndar bû ji Nexweşxaneya Dîcleyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hat kirin û piştî mudaxaleya ewil a li cihê bûyerê hat rakirin. Bilgîn tevî midaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku Mahmut Bîlgîn birayê Abdussamed Bîlgîn ê di sala 2014’an de ji HDP’ê wekî şeredar hatibû hilbijartin.