Civak

Binpêkirinên herî giran ên azadîya çapemenîyê li Tirkîyê ye

Tirkîye yek ji welatên ku herî zêde azadîya çapemeniyê binpê dike hat destnîşankirin. Hema bêje nîvê binpêkirinên ku di navbera erdhej û hilbijartinên giştî de zêde bûne bi rêyên qanûnî hatine kirin.

Rapora Şopandina Binpêkirinên Azadîya Çapemenîyê ya ku binpêkirinên azadîya çapemenîyên li welatên endamên Yekîtîya Ewropayê û welatên namzet dişopîne hat weşandin. Di rapora şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de Azadîya Çapemenîyê hat nirxandin.

Di raporê de hat gotin ku, “Bangeha Şopandin û Ragihandina Binpêkirina Azadîya Çapemenîyê (Mapping Media Freedom-MapMF) di navbera Çile-Hezîrana 2023an de li Tirkîyê 136 binpêkirinên azadîya çapemeniyê tomar kir û 172 kes an jî sazîyên çapemenîyê tev lê bûn”.

Li gor raporê, Tirkîye li gel Ukraynayê yek ji wan du welatên ku herî zêde azadîya çapemenîyê li parzemînê binpê dike.

Di raporê de bal hat kişandin ku zextên li ser medyaya serbixwe li Tirkîyê di navbera erdhejên 6ê Sibatê û hilbijartinên giştî yên meha Gulanê de zêde bûne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkîye di cîhanê de yek ji wan welatan e ku herî zêde rojnamegeran di girtîgehê de digire û 21 rojnameger di girtîgehê de ne.

BINPÊKIRINÊN BI RÊYA QANÛNÊ

Li gor raporê, hema hema nîvê (ji sedî 44,9) binpêkirinên azadîya çapemenîyê li Tirkîyê bi rêyên qanûnî hatine kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi girtina keyfî, sûcdarkirin û mehkûmkirin her tim ji bo tirsandina rojnamegeran û bêdengkirina nûçeyên rexnegir û serbixwe, sûcên “terorîzmê”, “heqareta li rayedarên dewletê”, “heqareta li serokkomar” û “bi eşkereyî tehrîkkirin”, “birina raya giştî ber bi kîn û dijminatîyê ve” zext li rojnamegeran tê kirin. Gelek caran bi sûcdarîyên sexte tên girtin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna têkoşîna li dijî terorê ya Serdozgerîya Komarê ya Amedê de, di meha Nîsanê de li 21 parêzgehan di biserdegirtinên hemwext ên danê sibê de herî kêm 10 rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin û wiha hat gotin: “Biserdegirtin li ber meclîsê, di hilbijartinên serokatîyê yên di 14ê Gulanê de li Tirkîyê hatin kirin, û di serî de rojnamevanên Kurd hatin girtin. Ev di çewisandin û tehdîdkirina sîstematîk a rojnamevanan de gavek din”.

TUNDîYA FîZîKî

Di raporê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên ku erdhej û hilbijartinan dişopînin rastî tundîya fîzîkî hatine.

Hat diyarkirin ku bi taybet ji alîyê kesên taybet ve li hember rojnamegeran şideta fizîkî tê kirin û li pişt gelek êrîşan rayedarên cemawerî û emniyetê jî hene.

Di raporê de hat bibîrxistin ku gelek rojnamevan ji aliyê polîsê têkoşîna li dijî terorê ve rastî tundîya fîzîkî hatine û tên.

Back to top button