Bingehê Laleş ku kaniyeka zelal e diherike çemê rewşenbîriya Kurdî de
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 26 saliya damezrandina Bingeha Laleş pîroz dike û cemawera Kurdên Êzidî piştrast dike ku heta revandiyek Kurdê Êzidî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan bidin, herwesa dê li ser dosyeya komkujiya Şengalê li ser asta navdewletî berdewam bin û dê hemû hewla din ku Şengal û deverên din ên Kurdên Êzidyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 26 saliya damezrandina Bingeha Laleşê peyamek arasteyê Desteya Bilinda Bingeha Laleş li Duhokê kir û têde pîrozbahî li hemû endam, kadirên bingehê û Kurdên Êzidî kir.Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Bingehê Laleş ku kaniyeka zelal e diherike çemê rewşenbîriya Kurdî de, 26 salên borî, tevî hemî alozî û astengiyan, bi hewl û mandîbûna kadro, rewşenbîr, akademîsyen û xemxorên kultûr û civaka Êzdî, berdewam pêşketiye û cih û bingehekê diyar di saziyên Herêma Kurdistanê de girtiye.”
Barzanî teke kir ku ji bo xizmeta Kurdên Êzidî û civak û saziyên wan, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pişitevanîkirina Bingehê Laleş û sazîyên din ên wan berdewam be daku serfraz û bi aramî li ser axa xwe, nêzîkî perstgeh û pîroziyên xwe li Kurdistanê, li ser jiyan, kar û xebatên xwe berdewam bin û pêşve biçin.
Di beşeke din a peyama xwe de Barzanî dibêje: “Em careka din we pişitrast dikin ku hindî xûşk û birayekî Êzdî yê revandî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan bê dayîn, herwiha dê li ser dosyeya komkujiya karesata Şengalê li ser asta navdewletî berdewam bin û dê hemû hewla din ku Şingal û deverên din yên êzdîyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.”