PolîtîkRojev

Bilgen dixwaze partiyek nû ava bike!

Serokê Şeredariya Qersê û parlementerê berê yê HDPê Ayhan Bilgen di derbarê çêkirina partiyek nû de, di medya civakî de daxûyaniyek da.

Ji berî niha demekî hatibû îdia kirin ku, dê Ayhan Bilgen partiyek nû ava dike. Dema Bilgen ji bo bûyerên Kobanê hatî girtin daxûyaniyek a xwe de, rexneyên tund li HDPê kirîbûn û gotubû ku ,mixabin HDP nekarîye bibe partiyek a Tirkiye. Herweha piştî vê daxûyaniya Bilgen, parlementerê berê yê AKPê Mehmet Metiner jî di bernameyek televizyonî de gotubû ku, Bilgen hevalê me yê berê ye.Bilgen li himber vê daxûyaniya Metiner bê deng ma. Ji xwe gelek gotin li ser derbasbûya Bilgen hene.

Ayhan Bilgen di medya civaki de ragihand ku eger merc hebin ewê partiyek nû ava bikin. Lê li gel kî,çewe ev yek ne zelal e.

Bilgen di Twittera xe de dibêje: Pêwistiya Tirkiye ramanek nû perspektifek nû heye. Divê zemînê vê yê ramanî û civakî bê amade kirin. Mimkine ev yek rêya avakirina partiyek nû veke. Ev yek jî girêdayê eleqeya ku bibîne û hinek jî imkana ye.

Back to top button