Polîtîk

Bîlançoya "nefreta" çapemeniyê

 

Di “Rapora Şopandina Vegotinên Nefreta Çapemeniyê” de, di deraxî 4 mehan de, j, meha Gulanê heta meha Tebaxê, tam 101 nivîsên ku komên oldar û komên nijad hedef girtine hene. 

Di rapora ku malpera înternetê a nefretsoylemi.org’ê amade kiriye de, rojnameyên wek Milli Gazete, Yeni Akit, Ortadogu, Yeniçag û Yeni Mesaj, di nefret vereşandinê de sêri dikişînin. 

Nûçe û nivîsên kuncikan yên ku di naveroka wan de vegotina nefretê heye, di raporê de di bin ev kategoriyan de hatiye pêşkêşkirin:

1- Fişal / Şewşandin : Gelemperiyên neyênî, yên ku ji ber bûyer an mirovekî, civak an komek neyênî nîşan danîn, di bin vê kategoriyê de cîh girtiye. Mînak: Tirkiye veguherandine Dêrê, Yeni Mesaj.

2- Çêr / Heqaret / Biçûkxistin: Kategoriya ku di derbarê civakekê de rasterast çêr, biçûkxistin û heqaret tê kirin e. Mîna; Qeleş, kûçik, xwîn heram. Mînak: Ku ez off e kê bikşînim (Çîkolataya bi vîbrator), Fatih Altayli.

3- Dijmantî / Vegotina Şer: Li hemberî civakekê îfadeyên dijmantiyê û îfadeyên ku şer bi bîra mirovan dixîne, di bin vê kategoriyê de tê tasnîf kirin. Mînak: PKK tevgereke terorê a Ermeniyan e. Milli Gazete, Mehmet Şevkey Eygi.

4- Nasnameya mirovan wek bi çavekî nefretkirî biçûk dîtin / Sembolîzekirin: Ev kategoriya, ji bo nasnameya mirovan an civakan, a xwezayî, ev wek bi nefret û biçûk xistinê re sembolîzekirin e. Mînak: Bi wateyeke neyînî “diya te Ermeniye ji xwe” an “paşnavê te Davutoglu ye an Davutyan e?”

Mînak: Ji Rakel Dînkê dabeşî, Yeni Akit.    

   

 

 

 

Back to top button