Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê Muhammed Şerîf Aydin li gel desteya reveberiya nû ya Diyarbekirê konferansek çapenîyê li darxist. Aydin da xûyakirin ku, divê destkeftiyên kurda di anûna bingehin de cih bigrin da ku ew misogerbin.
Muhammed Şerîf Aydin got ku, divê destkeftiyên Kurdan di destdûrek ku nû werê çêkirin de bêne parastin ji bo ku dema desthilat bêne guhertin jî mafên Kurda parastîbin.
Aydin di derbarê tayînkirina mamosteyên Kurdî de jî amaje kir ku hejmar gelek kêm e û divê bêhtir werin tayînkirin û bal kişand ku Kurdî jî zimanekî qedîm ê vê axê ye.
Aydin da zanîn ku wan derbarê van mijaran de ji Enstituya Kurdî ya Zankoya Artukluyê raportek xwestiye.
Derbarê cihnedana zimanê Kurdî di xizmetên ewlekariyê yên pêşîlêgirtina tundiya hember jinê de jî got ku divê zimanê Kurdî jî di wê lîsteyê de cih bigire.
Derbarê pênasekirina welatîbûnê ya di makezagonê de jî destnîşan kir ku bila welatiyên herêmê hêvîdar bin û çaverê bin.