Bila kurdî bibe zimanê perwerdê
Partiya Saadetê (SP) îro rapora xwe ya di derbarê pirsa kurd de li Diyarbekirê eşkere kir.Di raporê de dide xûyakirin ku, ji bo pirsa kurd teşxîsên xelet hatine dayîn û pêvajoya çareseriyê de armanca AKPê ew bû ku zêdetir denga bistîne û armanca PKKê jî ew bû ku, cihê xwe berfierhtir bike.Di raporê de dibêje:Dê mafê mirovatî ji bo her hemwelatiyekî wek hev bête naskirin. Nijad çibe, ol çibe û mezheb çibe herkes wekheve. Wek din dibêjê ku dê herkes bikaribe bi zimanê dayikê perwede bibe û tu asteng ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê namîne.Wek din rapor dide xûyakirin ku ji bo pêşketina herêmê di warê darayî de , projeyek taybet bête li darxistin û bê karî li herêmê namîne.Beşek din raporê de dibêje şîdet û şer ne rêya çareseriyê ye. Kesên tevlî rêxistinên terorist bûyin zarokê vî welatine. Ji bo vî kuştin ne çareseriye.Wek dixweyê cardin behsa mafên rewa yên Kurda nayê kirin û tenê pirsgirêk wek pirsek ekonomî û civatî tê dîtin. Pirsgirêkek ya herî mezin ya aliyên siyasî yên Tirka ewe ku naxwazin rastiya pirsa kurd bibînin. Heta ew rastî neyê dîtin û behsa mafên rewa yên gelê kurd neyê kirin , tu proje encamekî serkeftî nadin.Hemû partî ji bo çend dengê xwe zêde bikin pirsa kurd dinirzînin.