Bila darve kirina Ramîn Huseyin Penahî bê rawestandin
Bila darve kirina Ramîn Huseyin Penahî bê rawestandinRejîma Îranê her roj bi dehan kesan darve dike. Piranîya van kesên ku têne darve kirin jî Kurd in.Nuha jî Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê cezaya darvekirinê li sîyasetmedar û aktîvîstê Kurd Ramîn Huseyin Penahî birî ye.Li gorî agahîyên heyî Ramîn Huseyin Penahî di roja 4ê îlona 2018an de dê bê darve kirin.Ramîn Huseyin Penahî gava ku hatibû desteser kirin, ji alîyê mesûlên Wezareta îstîxbaratê û Mihafizên Şoreşa Îranê ve du mehan îşkence dîtîbû.Rejîma Îranê ji bêdengîya dewlet û gelên cîhanê jî cesaretê digire û darve kirinên xwe berdewan dike.Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê, dezgehên sivîl yên navnetewî, raya giştî ya cîhanê dikin da ku bikaribin rê li ber darve kirina Ramîn Huseyin Penahî bigirin û bikaribin darve kirinên li Îranê rawestînin.Em van darve kirinên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê şermezar dikin û bang li Rejima Îranê dikin ku Ramîn Huseyin Penahî darve nekin.Ji bo ku em bikaribin darve kirina Ramîn Huseyin Penahî, divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê jî dengên xwe bilind bikin.Li kê derê cîhanê dibe bila bibe, em bangî hemû Kurdistanîyan û hemû parastvanên mafê mirovan dikin da ku bi rêya posta, telefon, e-maîl, sosyal medya û bi rêyên din em mesaj û daxwazên xwe yên ji bo rawestandina darve kirina Ramîn Huseyin Penahî ji Sefaret, Konsolosxaneyên Îranê re, ji UN û Yekitîya Ewrûpayê re bişînin.02.09.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê